Tirkiye, Pakistan û Malezya li dijî îslamfobiyê televîzyoneke hevbeş vedikin
Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan diyar kir ku Tirkiye, Pakistan û Malezyayê biryar dan ku li dijî Îslamofobiyê televizyoneke Îngilîzî ya hevbeş vekin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemedê û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li New Yorkê civîna sêalî kirin. Hersê serok di çarçoveya Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê ne.
President Erdogan, PM Mahatir and myself had a meeting today in which we decided our 3 countries would jointly start an English language channel dedicated to confronting the challenges posed by Islamophobia and setting the record straight on our great religion - Islam.
— Imran Khan (@ImranKhanPTI) September 25, 2019
Îmran Xan di hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê civînê de got: "Min, Serokomar Erdogan û Serokwezîr Mahathîr me îro civîna sêalî kir. Me di civînê de biryar da ku li dijî Îslamofobiyê û agahiyên şaş en derbarê ola îslamê de têkoşînê bidin û televizyoneke Îngilîzî weşanê dike ya hevbeş vekin."
Xan diyar kir ku agahiyên şaş ên derheqê Îslamê de dê bi vê rêyê werin serastkirin û wiha pê de çû: "Mijara heqareta li dijî nirxên ola dê bi awayê rast were eşkerekirin, ji bo agahiyên rast bidin mirovan û wan perwerde bikin jî medyayeke taybet a Mislimanan were avakirin. Di medyayê de rêzefîlm û fîlmên derbaraê dîroka Mislimanan de dê werin pêşandan."