Tirkiye, Pakistan û Malezya li dijî îslamfobiyê televîzyoneke hevbeş vedikin

26-09-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Pakistan Malezya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan diyar kir ku Tirkiye, Pakistan û Malezyayê biryar dan ku li dijî Îslamofobiyê televizyoneke Îngilîzî ya hevbeş vekin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemedê û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan li New Yorkê civîna sêalî kirin. Hersê serok di çarçoveya Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê ne.

 

Îmran Xan di hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê civînê de got: "Min, Serokomar Erdogan û Serokwezîr Mahathîr me îro civîna sêalî kir. Me di civînê de biryar da ku li dijî Îslamofobiyê  û agahiyên şaş en derbarê ola îslamê de têkoşînê bidin û  televizyoneke Îngilîzî weşanê dike ya hevbeş vekin."

Xan diyar kir ku agahiyên şaş ên derheqê Îslamê de dê bi vê rêyê werin serastkirin û wiha pê de çû: "Mijara heqareta li dijî nirxên ola dê bi awayê rast were eşkerekirin, ji bo agahiyên rast bidin mirovan û wan perwerde bikin jî medyayeke taybet a Mislimanan were avakirin. Di medyayê de rêzefîlm û fîlmên derbaraê dîroka Mislimanan de dê werin pêşandan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst