Parlemento biryar da: Brîtanya beşdarî şerê dijî DAIŞê dibe

26-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Parlementoya Brîtanyayê bi piraniya dengan biryar da, beşdarî koalîsyona navneteweyî ku dijî DAIŞê di pêşengiya DYAyê de hatibû avakirin bibe.

 

Di Mala Giştî (House of Commons) de ku baskê jêr ê Parlementoya Brîtanyayê ye tevahiya rojê pêşnûmeya beşdarbûna şerê DAIŞê hat nîqaşkirin. 524 parlementeran dengê erê û 43 parlementeran jî dengê na bikar anîn.

 

Di pêşnûmeyê de hatibû destnîşankirin, “Brîtanya dikare beşdarî operasyona asmanî ya dijî DAIŞê bibe, ev yek dê bi daxwaza hikûmeta Iraqê be û ji ber vê jî qanûnî ye.”

 

Hikûmeta Iraqê di nava vê hefteyê de bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Brîtanyayê xwestibû ku beşdarî koalîsyona dijî DAIŞê bibe.

 

Tê payîn, bir armanca ku beşdarî şerê DAIŞê bibin, Brîtanya 6 firokeyên şer îro dê bişîne Qibrisa Başûr û li binkeyên serbazî de bicih bike.

 

Jiber ku Brîtanya rejîma Esed qebûl nake û Esedê jî ji Brîtanyayê bi awayeke fermî alîkarî daxwaz nekiriye, firokeyên xwe bo operasyonên Sûriyeyê naşîne.

 

Li gorî destûra Brîtanyayê, bo beşdarbûna operasyonên derve pêwîstî nîne hikûmeta Brîtanyayê ji Parlementoyê biryar derxe, lê ji ber biryar ji hêla gel ve bê pejirandin, serî vê rê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst