Danmark 7 firokeyên F-16 bo şerê DAIŞê dişîne Iraqê

26-09-2014
RÛDAW
Nîşan Helle Thorning-Schmidt Serokwezîra Danmarkê DAIŞ Iraq
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) -  Helle Thorning-Schmidt Serokwezîra Danmarkê got, ewê 7 firokeyên cengê tevli koalîsyona dijî DAIŞê bikin ku li Iraqê dijî DAIŞê şer bikin.

 

Thorning-Schmidt îro di avahiya serokwezîrtiyê de daxuyanî da û got, DAIŞ rêxistineke har e û gef li Danmark û hevpeymanên wê dixwe û ji ber vê ji divê di warê serbazî, mirovî û siyasî de çi pêwîste wê bê kirin.

 

Serokwezîra Danmarkê da xuyakirin, ev şer ne di navbera Rojava û Îslamê de ye û destnîşan kir, ji 40an zêdetir welat beşdarê vê koalîsyonê bûne û Danmark jî di nava salekê de 7 firokeyên cengê dê bide vê koalîsyonê ku hemberî DAIŞê şer bikin.

 

Thorning-Schmidt got, ser daxwaza DYAyê biryara şandina firokeyan girtine û firoke wê li Iraqê ne li Sûriyeyê şer bikin û domand:

 

“Li Sûriyeyê DYA û welatên herêmê têdikoşin. Daxwaza DYAyê ji bo Iraqê hat û em jî bi erênî nêzîk dibin. Emê perwerde bidin hêzên Kurdan û Iraqê. Niha em ser hurdekariyên vê erkê difikrin.”

 

Serokwezîra Danmarkê got, beriya civîna çapemenî bi serokên hemû partiyan re hatiye ba hev û destnîşa kir, li bendê ne ku ji Parlementoyê piştgiriyeke baş  derkeve û destnîşan kir, piştî biryara Parlementoyê dê firoke rê bikevin.

 

  • David Cemoron: Dibe ku bi salan bajo

 

David Cameron Serokwezîrê Brîtanyayê got, têkoşîna hemberî DAIŞê ne bi mehan, di be ku bi salan berdewam bike.

 

Parlementoya Brîtanyayê îro bi armanca biryardayîna beşdarbûna koalîsyona dijî DAIŞê civiya.

 

Serokwezîr Cameron di destpêka civatê de got, DAIŞ bo Brîtanyayê xeter e û têkoşîna çekdarî ya dijî DAIŞê erkê welatê wî ye.

 

Cameron wiha axivî, “Têkoşîna dijî DAIŞê ne bi mehan, dibe ku bi salan berdewam bike. Beşdarbûna operasyonên asmanî li Iraqê qanûnî ye û hikûmeta Iraqê ji Brîtanyayê alîkarî xwest.”

 

Piştî biryara Brîtanyayê, firokeyên cengê yên Brîtanyayê li Qibrisê binkeya Brîtanyayê wê bicih bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst