Olaf Scholz: Divê em sînorên xwe asêtir bikin

26-08-2024
Nîşan Olaf Scholz Almanya Koçber Solingen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got ku ew dê wergirtina çekan zehmettir û sînorên xwe asêtir bikin.

23yê Tebaxê li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir û di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îro li bajarê Solingenê daxuyaniyek da çapemeniyê û Tora Medyayî ya Rûdawê jî daxuyanî şopand.

Olaf Scholz diyar kir ku ew dê ji bo dubarenebûna bûyerên wekî vê her tiştê pêwîst bikin û da zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

“Divê em sînorên xwe asêtir bikin”

Serokwezîrê Almanyayê bal kişand ser ewlehiya sînoran jî û pê de çû:

“Ji bo ku em rê li ber hatine koçberên neyasayî bigirin divê em sînorên xwe asêtir bikin.

Ji bo ku em li dijî tundajoyan rawestin em bi Misilman û Mesîhiyan re dixebitin.”

“Divê em pişta hevdû bigirin”

Olaf Scholz amaje pê kir ku divê ji bo parastina jiyana mirovan zêdetir hewl bidin û li pey çû:

“Ji bo rizgarkirina jiyana mirovan divê em pişta hevdû bigirin.

Em di bi bûyerên bi vî rengî re têbikoşin.

Ez dixwazim ji welatiyên xwe bibêjim ku vê bûyerê bandor li me tevan kiriye û em ti carî ji bîr nakin.

Ez gelekî li serê sor im ku divê em şer bi vê kîn û rikê re bikin.

Spas ji polîsan re ku wan êrişkar girtiye.

Ez balê dikişînim serê ku divê em ewlehiya welatê xwe qewîntir bikin û ji aliyê yasayî ve bilezînin.”

“Divê hinek koçber vegerin”

Serokwezîrê Eyaleta Ren-Vestfalyaya Bakur Hendrik Wüst jî got, “Divê hinek koçberên Efxanî û Sûriyeyî vegerin welatê xwe.”

Divê were gotin ku DAIŞê ev êriş xistibû stûyê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst