Dilsoziya Kurdên Qafqasê: Gora Yusif Kamîl Bedirxan tê nûjenkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gurcistanê gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku yek ji kurên Mîr Bedirxan Beg bû hat dîtin.

Kurdên Kafkasyayê gora Yusif Kamîl Bedirxan bi nîşandana mînakeke dilsoziyê nûjen dikin.

Kurdên Gurcistanê wekî nîşana dilsoziyê, gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku di ber Kurdiyê de kedeke mezin daye çêkir.

Gora Yûsif Kamîl Bedirxan a li bajarê Tîflîsê ku li ber windabûnê bû, bi hewlên Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîz Ziyo Bedirxan tê nûjenkirin.

Dê ev gor wekî gora bîranînê di dîrokê de bimîne.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Kafkasyayê Lêkolîner û Nivîskar Hejarê Şamil li ser dîtina gora Yûsif Kamîl Bedirxan û nûjenkirina gorê ji Rûdawê re axivî.

Li goristana Kurdên Êzidî hat veşartin

Hejarê Şamîl diyar kir ku cenazeyê Yusif Kamil Bedirxanê ku sala 1934an li bajarê Tîflîsê jiyana xwe ji dest daye, bi pêşengiya dengbêj û nivîskarê Kurd Ehmed Şawês Mirazî li goristana Êzidiyan hat veşartin. 

Şamîl amaje pê kir ku wî xwestiye li goristana Êzidiyan were veşartin û got:

“Dema Yusif Kamîl Bedirxan wefat kir, wan xwest wî li goristana Misilmanan binax bikin.

Lê belê wî ji hevjîna xwe re wesiyet kiribû ku dixwaze li goristana Kurdên Êzidî bê veşartin. Bi vê boneyê li goristana Êzidiyan hat veşartin.

“Helbestvanê Kurd Ordîxanê Şamîl Kaşaxî ji bo gorê kedeke mezin daye”

Herwiha Hejare Şamil diyar kir ku gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku di sala 1934an de li Tîflîsê jiyana xwe ji dest da bi demê re winda bûye û wiha berdewam kir:

“Gora wî 35 sal berê ji bin axê hat derxistin. Wê demê helbestvanê Kurd Ordîxanê Şamîl Kaşaxî ji bo çêkirina gorekê kedeke mezin daye lê nekarî gorê çêbike.

Gelek derdorên siyasî yên Kurd plan kiribû ku gora Yusif Kamîl Bedirxan çêkin lê 30 sal in ev gor nekarî were çêkirin.”

Şamî herwiha destnîşan kir:

“Ehmed Şawês Mirazî di pirtûka xwe ya ku sala 1959an nivîsand û sala 1966an hatiye çapkirin de behsa mirin û veşartina Yusif Kamîl Beg dike.

Helbestvanê Kurd Ordîxanê Şamîl Kaşaxî di salên 1990î de piştî xwendina wê pirtûkê hay ji gorê dibe.”

Piştî hilweşîna Sovyetê, dema li derdora goristana Êzidiyan rê û xanî tên çêkirin kêlika gora Yûsif Kamîl Bedirxan tê dîtin.

Helbestvanê Kurd Ordîxanê Şamîl Kaşaxî, dema ku kêlikê gorê dibîne, gora Yûsif Kamîl Bedirxan tesbît dike.

"Ferîz Korkotî ez agahdar kirim"

Şamîl li ser vê yekê jî bi vî rengî axivî:

“Serkirdeyekî Kurd ê bi navê Ferîz Korkotî li ser vê yekê ez agahdar kirim. Dema ku kêlikê gora Yûsif Kamîl Beg tê dîtin û Ordîxanê Şamîl Kaşaxî pê dihise kêlikê dibe mala xwe.

Sala 1993yan kesayetiyên navdar ên Gurcistanê biryar didin ku gora wî ava bikin lê nikarin.

Ordîxanê Şamîl Kaşaxî beriya mirina xwe kêlika ku dîtibû ji nû ve danî gora di navbera her du rêyan de.”

“Gor bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Qafqasyayê û Kurdên Gurcistanê tê temamkirin”

Hejare Şamil diyar kir ku wan di encama lêkolînên xwe yên taybet de cihê gora Yusif Kamîl Beg tespît kiriye û ragihand:

“Di destpêkê de Kurdên Gurcistanê got ku gor li jêra rêya asfalt e lê belê di encama lêkolîna me de, me dît ku di nav axa navbera her du rêyan de maye.

Me ev rewş ji malbata mezin a Bedixaniyan ku hatibûn şahiya Newrozê, ji Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîz Ziyo Bedirxan re ragihand.

Wî jî ji aliyê aboriyê ve jî piştgirî da me. Me di bin serokatiya min de dest bi çêkirina gora bîrdariyê kir.

Gor bi piştgiriya mezin a Enstîtuya Kurdî ya Qafqasyayê û xêrxwazên Kurd ên Gurcistanê tê temamkirin.”

Hejarê Şamil diyar kir ku Yûsif Kamîl Bedirxan piştî ku di sala 1914an de ji ber organîzekirina serhildana Bedlîsê hat girtin, beriya ku here Tîflîsê, malbata wî li Stenbolê bû û got:

“Bi xanim Dîlberê re zewicî ye.

Wekî ku Malmîsanîj behs dike 3 zarokên wî yên bi navê Selahedîn, Nedîme û Nîmet hene.

Lê derbarê çarenûsa zarokên wî û hevjîna wî de ti agahiya me nîne.

Ji ber serhildana Bedlîsê xwe dispêre keştiya Fransiyan. Em li ser vê mijarê lêkolînên xwe didomînin. Piştre xwe dispêre Rûsyayê.

Sala 1915an tê Tîflîsê. Çend sal şûnde bi jineke be eslê xwe Alman a bi navê Margaritta Yakovlevna re dizewice, zarokên wan çênebûne.

Jina wî ya Alman jî sala 1953an wefat kir.”

“Ji bo gora bîrdariyê me destûra pêwîst ji Şaredariya Tîflîsê wergirt”

Şamîl li ser çêkirina gorê jî ev agahî dan:

“Em dixwazin bi şeklê goreke bîrdariyê di dîrokê de wekî abîdeyekê bimîne.

Ji bo gora bîrdariyê me destûra pêwîst ji Şaredariya Tîflîsê wergirt.

Ev gora bîrdariyê ya kesayetiyekî Kurd ê dîrokî, divê ji aliyê her Kurdekî ku were Gurcistanê ve bê ziyaretkirin.

Meha çiriya paşîn jî em dê merasîma vekirina gora Yusif Kamil Bedirxan li dar bixin.

Ji malbata Bedixaniyan Ezîz Ziyo Bedirxan ku kedeke wi ya mezin di pêkanîna vê projeyê de hebû dê beşdar bibe.

Herwiha dê Kurdên Qazaxistanê û ji Kurdên Rûsyayê beşdarî merasîmê bibin.

Dê endamên malbata Bedîxaniyan beşdar bibin. Me bi Sînem Bedirxanê re pêwendî danî lê belê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare tevlî bibe.”

Bîrdariya gora Yûsif Kamîl Bedirxan dê di 9ê Çiriya Paşîn de dê bi merasîmeke fermî bê vekirin.

 

Yûsif Kamîl Bedirxan kî ye?

Yûsif Kamîl Bedirxan di 31ê Adara 1873yan de wekî zarokê herî biçûk ê Mîr Bedirxan ji dayik bû.

Yusif Kamil Bedirxan jî wekî endamên din ên malbatê rojnamegerî, mamostetî û siyaset di nav de xwedî kesayetiyeke piralî bû.

Yusif Kamil Bedirxanê ku qeymeqamê Hayfayê dikir, sala 1906an bi kuştina şaredarê Stenbolê Ridvan Paşa, wek endamê din ê malbata Bedirxaniyan, pêşiya wî hat girtin, ji kar hat dûrxistin û sirgûnî Girava Rodosê hat kirin.

Yûsif Kamîl Beg piştî sirgûnê, vegeriya Stenbolê û di nav damezrînerên Cemiyeta Neşrî Maarifê de cih girt.

Dema Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir Yûsif Kamîl Beg çû Bedlîsê û bi Mela Selîm, Şêx Şehabettîn û Seyîd Elî re dest bi amadekariyên serhildanê kir.

Lê dewlet zû pê hisiya û Mela Selîm hat girtin.

Wan Yusif Kamil Bedirxanê ku hatiye girtin û anî Stenbolê lê rêyeke xelasê dît û xwe spart keştiya Fransiyan.

Tevî hemû zextên dewleta Osmaniyan jî, Fransiyan Yusif Kamil Beg radest nekir.

Dewleta Osmanî cezayê darvekirinê lê birî.

Yûsif Kamil Bedirxan ê ku bi Rûsan re pêwendî danî, çû Tiflîsê.

Yusif Kamîl Begê ku bi Çarê Rûsan re di nava danûstandinan de bû, bi dîplomatên Îngilîz û Fransiyan re jî têkilî danî.

Û ji bo Kurdan sozên piştgiriyê standin.

Rêvebiriya nû ya Rûsyayê ku bi Şoreşa Bolşevîkan hat, sozên ku Yusif Kamil Beg ji bo Kurdan wergirtibûn neanîn cih.

Dema ku sînor ji nû ve hat diyarkirin, Tîflîs bû cihê wê yê timî.

Yûsif Kamil Bedirxan, sala 1934an li Tîflîsê çû ser dilovaniya xwe û li goristana Kurdên Êzidî hat veşartin.