Di navbera Swêd, Fînland û Tirkiyê de civîna NATOyê

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd Fînland NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê di Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê ya 28ê Hezîranê de îmze kiribûn, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê hat lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku di çarçoveya Peymana Sê alî ya ku Tirkiye, Fînland û Swêdê di Lûtkeya Bilind a Madrîdê ya NATOyê ya 28ê Hezîranê de îmze kiribûn, li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê hat lidarxistin.

Şanda Tirkiyeyê ya Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî di bin serokatiya Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Derva Sedat Onal de beşdarî civînê bûn. Herwiha di şanda Tirkiyê de nûnerên Wezaretên Dadê, Derve, Navxwe, Berevaniyê û Teşkîlata Îstixbaratê cih girtin.

Li aliyê din şanda Swêdî bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Serokwezîr Oscar Stenstrom û şanda Fînlandiyayê jî bi serokatiya Sekretera Dewletê ya Daîmî ya Wezareta Derve Jukka Salovaara beşdarî civînê bûn.

Di hevdîtinan de prensîbên xebatê yên Mekanîzmaya Hevpar a Daîmî hatin diyarkirin. Geşedanên di derbarê cîbicîkirina sozên ku di Peymana Sêalî de hatine tomarkirin hatin nirxandin û gavên berbiçav ên ku dê di heyama pêş de bên avêtin hatin nirxandin.

Di Peymana Sê Alî de “di berdêla ku Swêd û Fînlandiya di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de gavên berbiçav bavêjin û ambargoyên çekan ên li dijî Enqereyê rakin” tê pêşbînîkirin ku Tirkiye jî endamtiya van herdu welatan li NATOyê veto neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst