70 koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di deryayê de asê mane

26-08-2022
RÛDAW
70 koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di deryayê de asê mane
70 koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di deryayê de asê mane
Nîşan Koçber Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji şeva borî ve 70 koçberên Kurd ku piraniya wan Rojhilatê Kurdistanê ne di keştiyeke nav avên Yunanistanê de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Keştiya ku koçberên Kurd tê de ne li rojavayê Yunanîstanê li Deryaya Ionianê xirabe bûye, qaçaxçî reviyane û koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di nava deryayê de asê mane û banga alîkariyê dikin.

Koçberan li ser torên civakî vîdeoyên xwe belav kirine û xuya dike ku di rewşeke xirab de ne û daxwaza alîkariyê dikin.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yê li Ewropayê Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, piştî asêmayîna keştiyê deryavan bi belemekê reviyane.

Pêşrew Ebdullah diyar kir ku wan peywendî bi hêzên deryayî yên Yunanistanê re kiriye ji bo rizgarkirina koçberan lê wan heta niha bersiv nedaye.

“Îhtimala karesateke mirovî rû bide heye”

Pêşrew Ebdullah her wiha anî ziman, “Koçber heta niha selamet in lê heger zû neyên rizgarkirin, ji ber ba û barana ku di rê de ye îhtîmala karesateke mirovî ya mezin heye ji ber ku keştiya koçberan li rojavayê di ava Yunanistanê de asê maye, ew dikarin bi helîkopter an jî keştiyên hêzên deryayî yên Yunanistanê rizgar bikin.”

Ebdullah li ser hejmar û nasnameya koçberan jî got, “Li gorî zanyariyên destpêkê, ew koçber hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û hejmara wan ne diyar e lê em dizanin ku zêdetirî 70 kesan e.”

Hejmarek ji rêkxistinên mafên mirovan ên Ewropî yên penaber û rizgarkirina wan wek Pêşrew Ebdullah diyar kir, “Ji duh ve li ser çarenivîsa wan koçberan li ser xetê ne lê ti desthilata wan nîne û tenê dikarin daxuyaniyan bidin û guh nadine wan. Heta niha kes neçûye hawara wan û koçber rizgar nekirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst