Fînland: Ji bo endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandê dê îro civînek bê kirin

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Swêd Fînland Tirkiye NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Finland, Swêd û Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina proseya cîbicîkirina peymana sê alî ya ku di 28ê Hezîrana îsal de îmze kiribûn dê bicivin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê Ann Linde ya beriya du rojan, dê îro Înê 26ê Tebaxa 2022an li Finlandê bi beşdarbûna Tirkiye û her du welatan dê civîneke nirxandinê pêk bê û ev civîn dê bibe yekemîn civîna Mekanîzmaya Hevbeş ya Daîmî.

Hefteya borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniyekê de ragihandibû dibe ku roja Înê civineke nirxandinê bê çêkirin.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku di şanda Tirkiyê de Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal, Şewirmendê Polîtîkaya Derve yê Serokkomar û nûnerên Wezareta Navxwe û Edaletê û berpirsekî payebilind yê Saziya Îstîxbarata Nîştimanî (MIT) cih bigrin.

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê Swêd û Finlandê 18ê Gulana îsal bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribûn û heta niha 23 welatan endamtiya wan li parlamentoya xwe erê kirine lê Tirkiye dibêje ji ber Swêd wek tê xwestin peymana hatiye wajokirin cîbicî nekiriye, bi taybet jî di mijara PKK û YPGê û radestkirina kesên hatine daxwazkirin de hişyarî dide dibe ku li parlamentoyê endamtiya Swêdê neyê erêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst