Nûnera NY Plasschaert: Em li dijî paşxistina hilbijartinên Iraqê ne

26-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jeanine Plasschaert, Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dibêje, ew li dijî baykotkirin û derengxistina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ne û daxwaz ji xelkê Iraqê kir, ku beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin çarenivîsa xwe.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên herwiha behsa wê yekê dike ku wan li şandiya Neteweyê Yekbûyî ji bo Alîkariya Iraqê  (UNAMI) hemû hewl dane, ji bo ku alîkariya teknîkî pêşkêşî Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bikin, da ku hilbijartin pak û azad bin, lê haydariyê dide, ku biryara sextekarînekirinê di destên partiyên wan ên siyasî de ye.

Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Çarşemê 25ê Tebaxa 2021an derbarê rewşa Iraqê de civiya. Di civînê de, Nûnera Serkreterê Gişt yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand, baykotkirina hilbijartin û dengdanê di berjewendiya xelkê Iraqê de nîne û daxwaz ji dengderên Iraqê kir, ku di proseya hilbijartina pêşwext de beşdar bibin.

Jeanine Plasschaert da xuyakirin, “Xelkê Iraqê yek reng û yekxistî nînin. Iraq welatekî pir reng e, cihê komeke mezin a xelk, ziman, olên cuda ye, û fikir û nêrînên cuda lê hene.”

Plasschaert diyar kir, bi baykotkirina dengdanê, aliyên bakotkar xwe dixin derveyî proseyê ku di encamê de ewên din bi dengên xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe ya paşerojê bidin. Plasschaert got: “Bi dengnedanê, tu bêdengiya xwe dikî diyariyek û pêşkêşî wan kesan dikî, ku renge nêrîna wan bi te re yek nebe.”

Nûnera NY li Iraqê behsa wê jî kir, ku wan wek UNAMI tevaya hewlên xwe dane daku alîkariyên teknîkî pêşkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bikin, daku hilbijartin paqij û azad bin, lê hişyariyê dide ku biryara sextenekirinê di destê partiyên siyasî bi xwe de ye.

Jeanine Plasschaert got: “Girîng e tekeziyê li ser wê yekê bikim ku partiyên siyasî dikarin yan van hilbijartinan bigihînin encamê, yan jî têk bidin. Ne girîng e çend gavên teknîkî têne cîbicîkirin. Biryar her di destê wan de ye, ku xwe ji her hewleke bêserûberiya encamên hilbijartinê dûr bixin. Di destê wan de ye, ku dawiyê bi kirîna dengan û neçarkirina dengderabn yan karên neyasayî yên din bînin. Ew in ku pêwîste hemû bi hev re bibin nimûne, ji ber ku tenê yek aliyê xirab dikare ji hemû aliyên din proseya dengdanê têk bide.”

Nûnerên hejmarek ji welatên endamên Encûmena Asayişê, di nav de, Fransa, Brîtanya û Norwêc, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê han dane ku bi rêya gotûbêjê, pirsgirêkên xwe çareser bikin, herwiha daxwaz kiriye ku Rêkeftina Şingalê bê cîbicîkirin, ji bo ku koçber bikaribin bi silametî vegerin navçeyên xwe.

Mona Juul, Nûnera Nowrêcê di Encûmena Asayişê ya Neyewên Yekbûyî de ragihand:“Birêz serok, derbarê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê, em kêfxweş in ku dibînin pêşketin di pirsa budceyê heye. Em daxwaz dikin ku yasaya budceyê bilez bê cîbicîkirin. Herwiha daxwazê li Hikmûeta Federal û Hikmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku pêşketinê bidin danûstandinên navbera xweji bo ku pirsên ragirtî di navbera xwe de çareser bikin û hevkariya bi hev re jî zêde bikin.”

Juul di berdewamiya axaftina xwe de got: “Herwiha em daxwaz dikin ji bo parastina asayişa sînoran û li navçeyên nakokî li ser bi hev re kar bikin, herwiha daxwaza cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê dikin.”

Endamên Encûmena Asayişê li ser wê yekê kodeng bûn, ku gefa DAIŞê li Iraqê bidawî nehatiye û piştgiriya xwe ji bo Iraqê, di berengarbûna wê grûpa tundrew de, tekez kir.

Nûnera Amerîkayê jî, behsa wê yekê kir ku ew li Iraqê, di rahênankirina hêzên ewlehiyê de, berdewam dibin, û li gorî encama gotûbêja stratejîk, di navbera Waşinton û Bexdayê de, di yekem roja sala bê de, ti hêzeke wan a şerker li Iraqê namîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst