Nêçîrvan Barzanî li Parîsê gelek serkirdeyên cîhanê dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li paytexta Fransayê li bajarê Parîsê bi çend serkirdeyên cîhanê re hevdîtin kir.

Îro li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyadên Havînê hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarkirina merasîma vekirina olîlmpiyadan çû Parîsê.

Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî merasîma vekirina lîstikên olîmpiyadê bû.

Nêçîrvan Barzanî li gel şah, serok, serokwezîr û serkirdeyên çend welatan tevlî ahenga vekirina  lîstikên  Olympiadên li Parîsê bû.

Li gorî organîzatoran zêdeyî 85 şah, serok û serokwezîrên welatan beşdarî merasîmê bûn.

Di dîroka olîmpiyadê da cara ewil merasima vekirinê wê li dervayî stadyûman li qiraxa çemê Seine ku di navenda Parîsê re derbas dibe bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gelek serkirdeyên cîhanî dît û derfeta sohbetê çêbû.

“Olîmpiyadên Parîsê ji bo yekrêziya cîhanê derfeteke mezin e”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê beşdarbûna merasîma destpêkirina Olîmpiyadên Parîsê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş bû ku di merasîma vekirina Olîmpiyadên Parîsê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hevjîna wî Brigitte Macron dît.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Olîmpiyadên Parîsê derfeteke mezin e ji bo nîşandana yekrêziya cîhanê.

Parîsê careke din ruhê xwezayî yê anîna cem hev a cîhanê nîşan daye."

Lîstikên Olîmpiyadê mezintirîn kombûna werzîşê ya mirovan e di cîhanê de û bi hezaran werizşvan rîkebeiyê dikin.

Olîmpiyadên Parîsê dê sê hefeteyan berdewam bike û 16ê Tebaxa 2024an bi dawî dibin.