Nêçîrvan Barzanî: Olîmpiyadên Parîsê ji bo yekrêziya cîhanê derfeteke mezin in

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Olîmpiyadên Parîsê ji bo yekrêziya cîhanê derfeteke mezin e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê beşdarbûna merasîma destpêkirina Olîmpiyadên Parîsê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew kêfxweş bû ku di merasîma vekirina Olîmpiyadên Parîsê de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hevjîna wî Brigitte Macron dît.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, “Olîmpiyadên Parîsê derfeteke mezin e ji bo nîşandana yekrêziya cîhanê.

Parîsê careke din ruhê xwezayî yê anîna cem hev a cîhanê nîşan daye."

Îro li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyadên Havînê hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elyseeyê û ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hat pêşwazîkirin.

Olîmpiyadên Parîsê wê heta 16ê Tebaxa 2024an dewam bikin.