Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê beşdarî merasîma vekirina Lîstikên Olîmpiyadê ya Parîsê ya 2024an bibe.
Lîstikên Olîmpiyadê yên ku piştî 100 salan li Parîsê tên lidarxistin, îro bi merasîma vekirina fermî dest pê dikin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê beşdarî merasîma vekirina lîstikên olîmpiyadê dibe.
“Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Serok Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê bi serkirdeyên cîhanê re li Koşka Elyseeyê ya Fransa beşdarî merasima vekirina lîstikên olîmpiyadê dibe.
Îro êvarê li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyadên Havînê tê lidarxistin.
Li gorî organîzatoran tê payîn ku herî kêm 120 şah, serok û serokwezîrên welatan beşdarî merasîmê bibin.
Di dîroka olîmpiyadê da cara ewil merasima vekirinê wê li dervayî stadyûman li qiraxa çemê Seine ku di navenda Parîsê re derbas dibe bê lidarxistin.
Hinek serokên navdar ên ku beşdarî merasîma vekirina Olîmpiyadên Parîsê dibin ev in:
Şahê Brîtanyayê Şah Charlesê Sêyem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antinio Guterres, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Şêwirmendê Olaf Scholz, Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog, Mîrê Qeterê Temîm Bin Mihemed, Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis û Xanima Yekem a Amerîkayê Jill Biden.
Biryar e demjimêr 08:30ê êvarî bi dema Hewlêrê merasîm birêve biçe û heta nîvê şevê berdewam be.
Olîmpiyadên Parîsê wê heta 16 meha Tebaxê dewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse