Kovara Timeyê Amed xist lîsteya 'Cihên bêhempa yên cîhanê ku bên dîtin'

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Timeyê lîsteya “Cihên bêhempa yên cîhanê ku bên dîtin” eşkere kir û di nav de Ekspresa Ameda Bakurê Kurdistanê jî heye.

Kovara The Timeyê ku li seranserê cîhanê navdar e lîsteya “cihên bêhempa yên cîhanê” eşkere kir.

Di lîsteyê de Ekspresa Ameda Bakurê Kurdistanê jî heye ku hatiye gotin çandeke wê ya zindî heye û bajarekî ku piranî Kurd bi şanazî lê dijîn.

Di lîsteyê de ji bilî Ekspresa Amedê ya geştyariyê, Hemama Zeyrekê ya li Stenbolê jî cih girt.

Di kovarê de ji bo Ekspresa Amedê hat gotin ku rêwiyan ji beriya Anatolyayê û çiyayên rojhilat ên Tirkiyeyê ber bi deştên bakur yên Mezopotamyayê ve ku wekî dergûşa şaristaniyê tê naskirin vediguheze.

Di kovara Timeyê de li ser Ekspresa Amedê zanyarî hatiye dayîn û wiha got:

“Ji aliyê Rêyên Hesinî ku girêdayî hikûmetê ye di Nîsanê de geştên wê hatin destpêkirin.

Rêya Ekspresê ji Enqereyê heta amedê 653 mîl in (nêzikî hezar û 50 kîlometre).

Bi dîwarên bazalt ên reş ên balkêş ên ku di sedsala 4an de hatine çêkirin ve hatiye xemilandin, dîroka Amedê vedigere bi hezaran sal berê.

îro ew bajarekî bi piranî û bi serbilindî Kurd e û xwedî çandeke bajarî ya zindî ye ku ji parçeyên din ên Tirkiyeyê cuda ye.”

Herwiha di lîsteyê de ji Tirkiyeyê jî Hemama Zeyrekê ya li Stenbolê wekî cihê ku divê bê dîtin hatiye nîşandan.