Li ser topbarana Zaxo Encûmena Asayişa Navdewletî îro dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Êrîşên Tirkiye bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê mijara civîna neasayî ya Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî ye, ku îro li li ser daxwaza Iraqê tê lidarxistin.
Civîn bo wê yekê ye ku roja Şembiyê 23ê Tîrmehê bi tohmeta topbarana gundê Perexê ku bû sedema kuştina 9 kesan û birîndarbûna 26 kesên din, Iraqê li Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyê gilî tomar kir.
Tirkiye red dike ku wan êrîşa li ser seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê kiribe. Lê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re got, berpirsên serbazî yên Iraqê gihiştine wê encamê ku ev êrîş ji aliyê artêşa Tirkiye ve hatiye kirin.
Fuad Husên got, “Şarezayên leşkerî ji me re gotin, raporta wan behsa çekekê dike ku 155 mm û artêşa Tirkiyê bikar tîne. Li gor van zanyariyan, Tirkiyê ev êrîş kiriye.”
Biryare piştî civîna Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî, li Parlemantoya Iraqê komîteyên peywendiyên derve û asayîş û berevaniyê raporekê bo wergirtina rêkarên pêwîst beramberî Tirkiyê û hêzên PKKê amade bikin
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve li Parlamantoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah dibêje, “Hinek pêşniyar in wek mînak diyar dike ku rêkarên hikûmeta Iraqê di warê serbazî de çi bin, û di warê dîplomatîk de ew rêkar çi bin ku li hember nûnertiya dîplomatîk a Tirkiyê li Bexdayê bên wergirtin. Cuda ji rêkarên dîplomatîk, ew rêkarên ku pêwîstiya hikûmetê bi erêkirina parlamentoyê heye, bên diyarkirin, wek mînak derxistina hêzên biyanî ji axa Iraqê, çi PKK be yan jî Tirkiye.”
Di civîna îro ya Encûmena Asayişê de ku bi beşdarbûna Wezîrê Derve yê Iraqê tê kirin, biryar e li ser binke û baregehên Tirkiyê û êrîşên wê bo nav axa Iraqê û Herêmna Kurdistranê gotûbêj bên kirin.
Li gor wezareta berevaniyê ya Iraqê, zêdeyî 105 binke û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê hene.
Pêştir Serokkomariya Tirkiyê nexşeyek belav kiribû ku cihên binke û baregehên leşkerî yên wî welatî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê belav kiribû.
Li gor wezîrê derve yê Iraqê, ti rêkeftinek an bingeheke yasayî bo hebûna wan pêgehên serbazî yên Tirkiye nînin, belku tişta ku hebû rêkeftina sala 1984an bû di navbera wezîrên derve yên herdû welatan ên wê serdemê de, tenê jî bo dema yek salê bû.
Bi gotina Fuad Husên, wê rêkeftinê rê dida hêzên Tirkiyê ku tenê bi kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nav axa Iraqê bibin ne zêdetir.