Êrîşa Zaxoyê; Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgirî da lêkolînê

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî topbarana li navçeya Zaxo ya Duhokê ku di encama wê êrîşê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, şermezar kir û ragihand, piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînê derbarê bûyerê de dikin.

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de dibêje, “Endamên Encûmena Asayişê bi awayê herî tund êrîşa roja 20ê Tîrmeha 2022 a li parêzgeha Duhokê şermezar dikin. Êrîşa ku bû sedema kuştina herî kêm 9 kesên sivîl, ku di zarok jî di nav de hene.”

Endamên Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dane û hêvî kirine birîndarên êrîşê di demeke nêzîk de baş bin. Herwiha piştevaniya xwe jî ji bo Iraqê û pêkanîna lêkolînekê derbarê êrîşê de nîşan dane.

Di daxuyaniyê de, endamên Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî daxwaz ji hemû welatên endam di encûmenê de kirine, ku “bi awayekî aktîv hevahengiyê bi hikûmeta Iraqê re û hemû aliyên têkildar re bikin, ji bo piştevaniya ji wan lêkolînan.”

Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe bo serxwebûn, serwerî, silametiya axa Iraqê û proseya demokrasî û xweşguzeraniya Iraqê kiriye.

Ofîsa Berdevkê Netewên Yekbûyî jî ji Rûdawê re ragihand, “Sêşembê piştî nîvro Encûmena Ewlekariyê derbarê Iraqê de dicive” û ev daxuyanî berî civînê hatiye belavkirin.

Biryar e îro Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bi beşdariya Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û li ser daxwaza Bexdayê civînekê derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê saz bike.

Tirkiye red dike ku topbarana li Zaxoyê ya roja 20ê vê mehê kiribe, lê Iraq dibêje Tirkiyê ew êrîş pêk aniye.

Roja 20ê Tîrmehê seyrangeha li gundê Perexê li sînorê navçeya Zaxo ya Duhokê li Herêma Kurdistanê hat topbarakirin ku di encamê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ragihandin ku Tirkiye êrîş pêk aniye, lê Tikriye wê yekê red dike.