Almanya bo Hasip Kaplan: Gef li dijî te hene

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasîp Kaplan dibêje polîsê Almanya jê re gotiye gefa kuştinê li ser wî heye , divê ji xwe agahdar be.

Li îdiayên ku ji bo rojnamevan, hunermend, nivîskar û siyasetmedarên muxalîf ên ji Tirkiyeyê li Ewropa dijîn lîsteyên kuştinê hene, navekî nû hat zêdekirin.

Siyasetmedar û parêzerê Kurd Hasip Kaplan li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku polîsê Alman bangî wî kiriye û ew hişyar kiriye “Navê te di nav lîsteya kuştinê de heye".

Parlamenterê berê Şirnexê  Hasîp Kaplan ku li Almanya dijî, got: “Polîsê Alman bang li min kir û got, navê te di nav lîsteya kuştinê de ye. Min got ew 40 salin navê min di nav lîsteyên kuştinê de hene, ev tiştekê nû nîne.”

Polîsên Alman berî çend rojan Rêveberê Giştî yê Arti Gerçekê Celal Başlangiç ku li bajarê Kolnê dijî, hişyarî kiribû ku gefa kuştinê li ser heye.

Herwiha rojnamevanê Arti Gerçekê  Erk Acarer jî li Berlînê li mala xwe rastî êrişê hatibû û gotibû gefên li dijî berdewam in.

Lîsteya înfazkirina 55 kesan

Sendîkaya Rojnamevanên Alman (DJV) herî dawî daxwaz ji hikûmeta wî welatî kir ku li hemberî zêdebûna gef, çewisandin û êrîşên li dijî rojnamegerên dijber ên Tirkiyê li Almanyayê dijîn, bikeve tevgerê.

Li gorî nûçeya DWê, Serokê DJV Frank Uberall destnîşan kir ku li gorî agahiya ku wan ji çavkaniyên polîs girtiye, lîsteyeke înfazkirina 55 kesan pêk tê ku tê de navê hejmareke rojnamevan dijber ên Tirk jî hene.

Frank Uberall bang li Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas kir ku, Balyozê Tirkiyê yê li Almanyayê bo wezaretê bê bangkirin û derbarê gefên li dijî rojnamegeran de desthilatdariya Tirkiyê were hişyarkirin.