Zelandaya Nû jineke DAIŞî û du zarokên wê werdigire

26-07-2021
RÛDAW
Nîşan Zelanda Nû DAIŞ Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Zelandaya Nû qebûl kir ku jineke DAIŞî û her du zarokên wê ku di 2014an de peywendî bi wê rêxistinê re kirine, xizmet ji hevserê xwe yê Swêdî re kiriye, vegerîne.

Jineke bi navê Suheyre Adan ku xwediyê nasnameya Awustralya û Zealandaya Nû ye, ligel zarokên xwe ji sibata îsal ve dema ku derbasî Tirkiyê bûne, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hatine girtin.

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Arder da zanîn ku ewê hemwelatiya xwe ya ku bi tometa endamtî û pêwendiyên li gel Daişê li Tirkiyê hatiye girtin, li gel herdû zarokên wê wergirin.

Jina hemwelatiya Zelandaya Nû, li gel herdû zarokên xwe li Tirkiyê li navendeke dîportkirinê tê girtin û Tirkiyê daxwaz ji Zelandaya Nû kiribû ku wan wergire.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê, meha Sibatê ragihandibû ku jinek û 2 zarok bi riyên ne yasayî ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne û hatine girtin.

Di heman daxuyaniyê de hatibû ku di nava girtiyan de jineke 26 salî heye ku bi tometa endamtiya DAIŞê bi riya bultena şîn dihate daxwazkirin.

Serokwezîra Zelandaya Nû Ardern, piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe axivî û got, wan ev biryar bi asanî neda ye. Berpirsyariyên navdewletî û hebûna zarokan jî li ber çavan girti ne.

Tê çaverêkirin ku ew jina girtî li Zelandaya Nû derkeve pêşberî dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst