Li Koreya Bakur yekem tûşbûyê koronayê hat tomarkirin

26-07-2020
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Coornavirus Covid-19
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koreya Bakur ragihand ku cara yekem e kesek bi koronayê ketiye û dibêje, kesê pêketiye welatiyê wan e û bi awayekî neyasayî ji Koreya Başûr vegeriya ye.

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, li ser rewşa tendirûstî civîneke bilez ligel serkirdeyên welatê xwe saz kir û got, “Rewş gelek metirsîdar e û wiha dixuye korona hatibe nav welatê me.”

Kim Jong Un fermana girtina bajarê Kaesong ê ser sînor da ku kesê bi koronayê ketiye li wî bajarî hatiye kerentînekirin.

Ew kesê bi koronayê ketiye sê sal berê çûye Koreya Başûr û 19ê vê mehê bi awayekî neyasayî vegeriya ye.

Pyongyang çendîn meh e red dike ku korona li welatê wan hebe, ji ber wê sansûra ser medyayê û tedbîrên dijwar, civaka navdewletî jî nikariye hebûna koronayê li wî welatî piştrast bike.

Koreya Bakur nabêje testên kesên gumanlêkirî pozîtîv in, lê dibêje nîşanên koronayê li ser derketine û guşareke zêde li ser beşê jor ê pişika wî çêbûye.

Prof. Choo Jae-woo li Zanîngeha Kyung Hee, behsa girîngiya ragihandina kesê bi koronayê ketiye ji aliyê Koreya Bakur ve dike û dibêje, ew nîşana wê yekê ye ku Pyongyang daxwaza hevkariyê ji welatên cîhanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst