ALMANYA - Mercên welatîbûnê guherîn: Tirk razî ne lê Kurd ne razî ne

26-06-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Welatîbûn Kurd Tirk Alî Ertan Toprak Civaka Kurd a Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê yasaya hemwelatîbûnê 19ê Çileya 2024an hatibû guhertin û yasa 27ê Hezîranê dikeve ware cîbicîkirinê.

Civaka Tirk a li Almanyayê ji guherîna yasayê kêfxweş e lê civaka Kurd ji guhertina yasayê nerazî ye.

Hikûmeta Almanyayê ya ku ji hevpeymanan pêk tê, şertên wergirtina hemwelatîbûna Almanyayê bi yasayekê guhert.

Li gorî yasaya nû ku roja 27ê Hezîranê dikeve warê cîbicîkirinê, şertên wergirtina mafê hemwelatîbûna Almanyayê siviktir dibin û pêwîst nake koçber dest ji hemwelatîbûna welatê xwe berdin.

Du hemwelatîbûn pêkan dibe

Li gorî nûçeya Dengê Almanyayê (DW), Hevserokê Civaka Tirk a Almanyayê Gokay Sofuoglu ji Tora Karên Nivîsê ya Alman re ragihand:

“Li gorî yasayê du hemwelatîbûn pêkan dibe. Dibe ku salane 50 hezar serlêdan çêbibin.

Ji ber wê jî dê nirxandina wan demeke dirêj berdewam bike.”

Gokay Sofuoglu diyar kir ku gelek kes piştî wergirtina hemwelatîbûnê plana bikaranîna dengan dikin û bangî partiyên siyasî kir û got:

“Ez dixwazim bînim bîra wan ku kesên serlêdana hemwelatîbûnê dikin di heman demê de berbijêrê dengdêriyê ne û eger partiyên siyasî dixwazin bi ser kevin, divê li gorî vê yekê siyasetê bikin.

Ji bo beşdariya siyasî derfetên zêdetir dabîn bikin û bi awayekî cidî li dijî nijadperestiyê tekoşînê bikin.”

Civaka Kurd li dijî yasayê ye

Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak ji Tora Karên Nivîsê ya Alman re axivî.

Alî Ertan Toprak li hemberî guhertina yasayê nêrazîbûn nîşan da li da û got, “Yasa bi vî awayî xelet e.

Ji ber ku ez naxwazim dijminê cihûyan, netewperestên Tirk û Îslamîst pasaporta Almanyayê werbigrin.

Ji xwe li vî welatî bi têra xwe Nazî hene.”

Li gorî lêkolîna Xizmeta Medyayê ya Entegrasyonê ya Konseya Koçê ya Almanyayê (RfM), li Almanyayê li 42 bajaran ji bo wergirtina hemwelatîbûnê niha ji 204 hezar kesî serlêdan kiriye.

Sala 2023yan hejmar 126 hezar û sala 2022yan 106 hezar kes bû.

Biryara li ser serlêdanan di navbera 3 û 36 mehan de tê dayîn.

Li gorî amarên Daîreya Amaran a Federal a Almanyayê, sala 2023yan 200 hezar kesî mafê hemwelatîbûna Almanyayê wergirt.

Herî zêde hemwelatiyên Tirkiye, Îraq, Romanya û Efxanistanê derbasî hemwelatîbûna Almanyayê bûne.

Yasaya nû çi ye?

Li gorî yasaya nû ku 19ê Çileya 2024 hat qebûlkirin û dê  27ê Hezîranê bikeve warê meriyetê, êdî pêwîst nake koçber dev ji hemwelatîbûna welatê xwe berdin.

Herwiha şertê 8 sal mayîna li Almanyayê dadikeve 5 salan û kesên serkeftinên taybet bi dest bînin dê di nav 3 salan de bibin welatiyê Almanyayê.

Ji aliyê din ve şertên nifşa yekem a bi armanca karkirinê çûye Almanyayê jî têne sivikkirin û şertê ezmûna nivîskî ya zimanê Almanî ji bo wan tê rakirin.

Li gorî yasayê, kesên tawanên nijadperestî, dijmintiya biyaniyan, li dijî rûmeta mirovan bikin û li dijî wekheviya jin û mêran bin û rêzê li daxwazên zayendê negirin dê nikaribin bibin hemwelatiyê Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst