Nivîskara Amerîkayî: Nêçîrvan Barzanî dikare bibe aktorê sereke yê aştiyê

26-06-2024
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Qanta Ahmed Nêçîrvan Barzanî Pêwendiyên Baş Aştî Aktor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskara navdar a Amerîka-Brîtanyayî Qanta Ahmedê got, “Nêçîrvan Barzanî dikare li Rojhilata Navîn bibe aktorê sereke yê aştiye.”

Qanta Ahmed beşdarî bernameya Fox Newsê bû û wê mijarên wekî “şerê Hemas û Îsraîlê, girjiya Îsraîl û Hizbulaha Libnanê û rewşa dawiyê ya li Rojhilata Navîn” nirxandin.

Qanta Ahmedê bal kişand ser kesayeta Nêçîrvan Barzanî ya aştîxwaz û got ku ew dikare li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di şerê Hemas û Îsraîlê û Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de bibe aktorê sereke yê muzakereyan û aştiyê.

“Dibe ku Nêçîrvan Barzanî bibe aktorê sereke”

Qanta Ahmedê amaje bi pêwendiyên baş ên Nêçîrvan Barzanî yên bi welatên cuda re da û got:

“Dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan kesên kêm be ku li hemû herêmê pêwendiyên wî yên baş bi Îran, Tirkiye û Amerîkayê re hene û herwiha bê alî ye.

Di vî şerê ku herêmê dide ber xwe de ti berjewendiyên wî nînin.

Dibe ku Nêçîrvan Barzanî bibe aktorê sereke û aştîavaker.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gelek hevdîtin û serdanên xwe behsa girîngiya aştiyê dike.

“Çareserî du dewletên cuda ne”

Nêçîrvan Barzanî 14ê Nîsanê li Silêmaniyê gotibû:

“Piştî şerê Hemas û Îsraîlê şerekî xedar û wêraniyeke mezin çêbû. Ev karesateke mirovî ye.

Çareserî du dewletên cuda ne. Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Filistîna serbixwe.

Rêya yekane ya aştî û aramiyê ev e.”

Şerê Hemas û Îsraîlê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir.

Li gorî çavkaniyên cihî, di vî şerî de 37 hezar û 658 Filistînî hatine kuştin û 86 hezar û 237 Filistînî jî birîndar bûne.

Herwiha 139 Îsraîlî hatine kuştin û 8 hezar û 730 Îsraîlî jî hatine birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst