Germahiyeke dijwar Pakistan daye ber xwe, mirî hene

26-06-2024
Nîşan Pakistan Germahî Mirin Karachi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêleke germahiya ya dijwar Pakistan daye ber xwe ku dihige 50 pileyî.

Şêniyên bajarê Karachiyê yê Pakistanê ji bo xwehênikirinê xwe penayî rêyên cuda dikin.

Beşek ji wan bi vexwarina av û şerbetê xwe hênik dikin û hinek ji wan jî berê xwe didin melevaniyê.

Berpirsê Saziya Keşnasiyê ya Pakistanê Serfiraz Ehmed li ser hewaya germ got:

“Keşûhewayeke ziwa ye. Di rewşeke wiha de, pileya germahiyê bilind dibe.

Roja sêşemê pileya germahiyê dest bi bilindbûnê kir û heta 27 û 28ê Hezîranê dê wiha bimîne.”

Li Karachiyê 30 kes mirine

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên Pakistanê, ji duşemê ve li Karachiyê 30 kesî bi sedema germa zêde canê xwe ji dest daye.

Bi kêmanî hezar û 500 kes çûne nexweşxaneyan.

Berpirsê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Karachiyê Himîran Serwerxan jî got:

“Pileya germahiyê gelekî bilind e. 120 nexweş hatine nexweşxaneya me û heşt ji wan mirine.”

Bandorên diyardeya guherîna avhewayê wekî sedemeke sereke ya vê germa zêde tên dîtin.

“Kes rê li ber birîna daran nagire”

Feysel Xanê ku şêniyekî Karachiyê ye behsa bêdariya li Karachiyê kir û anî zimên:

“Ti dara me ya wiha nîne ku sîberekê ji me re çê bike. Kes rê li ber birîna daran nagire.

Aniha jî em rûbirûyî bandorên wê dibin. Ji bilî germahiyê, elektrîka me jî kêm bûye.”

Li gorî lêkolîneke Foruma Alîkariyê ya Cîhanî ku baregeha wê li Swîsreyê ye, salane bi sedema guherîna avhewayê bi kêmanî 315 hezar kes canê xwe ji dest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst