Li Holenda salvegera Komkujiya Kobanî bi çalakiyekê hat bi bîranîn

26-06-2022
RÛDAW
Li Holenda 7mîn salvegera Komkujiya Kobanî bi çalakî û kombûnekê hate bi bîranîn
Li Holenda 7mîn salvegera Komkujiya Kobanî bi çalakî û kombûnekê hate bi bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Holenda 7mîn salvegera Komkujiya Kobanî bi çalakî û kombûnekê hate bi bîranîn.

Îro Roja Yekşemê, bi beşdariya hejmarek kesayetî û rewşenbîrên Kurd, li bajarê Arnhem ê Holenda, 7mîn salvegera Komkujiya Kobanî bi bernameyekê hate bi bîranîn.

Di çalakiya salvegera komkujiya Kobanî de, Kurdên Holenda şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û hinek wêne û dîmenên komkujiyê di çakaiyê de hatin pêşkêşkirin.

Komkujiya 25ê Hizêrana 2015an li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatibû encamdan, û tê de derdora 300 kurdên sivîl hatibûn şehîdkirin û derdora 300 jî birîndar bibûn, ku zarok, jinên ducanî û pîrejin û kalemêr di nava wan de hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst