YE: Em qebûl nakin Qibris bibe du dewlet

26-06-2021
RÛDAW
Nîşan Ursula von der Leyen Komîsyona Ewropayê Qibris Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, hişyarî li ser seredana Erdogan a bo Qibrisê da û got divê ew di seredana xwe de aloziyan kûr neke û nehêle pêwendiyên navbera YE û Enqerê jî têkevin metirsiyê û tekez jî kir, em “ti caran qebûl nakin Qibris bibe du dewlet.”

Biryare Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan roja 20ê Tîrmehê seredana Bakurê Qibrisê bike û ji bo vê seredanê ji niha ve Yekîtiya Ewropa (YE) hişyarî da Tirkiyê.

Von Der Leyen li Brukselê di konferansekî rojnamevanî de got, pirsa Qibrisê ji bo wan pir girîng û hestyar e. Ewê çawaniya rêveçûna wê seredanê bişopînin û ew weke YE di biryara xwe de zelal in û ti caran qebûl nakin Qibris bibe du dewlet.

Von der Leyen dibêje, wê ev peyam bi awayekî vekirî û zelal gihandiye Erdogan jî. Êdî li ser Erdogan û Tirkiyê maye ku di vê meselê de gaveke erênî bavêjin.

Seredana Erdogan a bo Qibrisê di demekê de ye ku Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe li gel YE baş bike.

Konseya YE di civîna dawî de jî ji bo Qibrisê gotibû ew li gel federasyoneke du herêmî û du civakî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst