Cezayê bikujê George Floyd diyar bû

26-06-2021
Nîşan George Floyd Chauvin Derek Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew polîsê çerm spî ku di sala 2020an de George Floydê çerm reş li bajarê Minneapolis ê Amerîkayê kuşt, bi 22 sal û 6 meh zîndankirin hat cezakirin.

Bikujê George Floyd, Derek Chauvin ê 44 salî bi 22 û 6 meh sal zîndankirin hat cezakirin û ji doh Înê ve cezayê wî ketiye warê cîbicîhkirinê.

Meha borî Chauvuin bi pêkanîna tawanê pile du û çend tawanên din hat tohmetbarkirin û doh Înê 25ê Hezîrana 2021ê, ji aliyê dadgeheke Amerîkayê ve jêre hat gotin; “Li ser bingehê xirab bikaranîna wê desthilata ku dabûn te û herwiha ji ber binpêkirina wê baweriya bi te dihat kirin û ew tundûtûjiya te li beramber rêzdar George Floyd kir, dadgehê biryar da bi ferzkirina 22 sal û 6 meh zîndankirin.”

Biryara dadgehê ji aliyê malbat û kesûkarên Floyd ve hat pêşwazîkirin û Parêzerê Floyd, Benjamin Crump li ser Twitterê nivîsiye: “Vî cezayê dîrokî malbata Floyd û neteweya me gavekê nêzîkê başbûnê dike, ew jî bi rêya lêpirsîn û danîna berpirsyaretiyê di asta yên ku tawanan dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst