Di dîroka Rûsyayê de yekem car poleke Kurdnasiyê bakalorya wergirt
Moskow (Rûdaw) - Xwendekarên Pola Kurdî ya Zankoya Zimanzanî ya Moskowê ezmûna xwe ya dawî didin. A rast, ew, li ber mamosteyên zankoyê, tezên xwe ya dîplomayê diparêzin û dibin derçû.
Ji ber koronavîrûsê, xwendekar bi şêwazeke online ezmûnê didin. Ji xwe ji deh xwendekarên pola Kurdî, tenê 5 kes li Moskowê ne.
Mamostayên Zankoyê, ji xwendekarên zêdetir bi kelecan in. Lewre, di dîroka zanistî ya Rûsyayê de ev yekemîn car e ku polekî Kurdnasiyê bakalorya werdigre.
Vadîm Makarenko, Serokê Beşa Herêmnasî û Rêveberê Pola Kurdî ya Zankoyê, dibêje, “Ji pola 1ê ta pola 4an, me, ew hînî zimanê Kurdî û hemû mijarên teorîkî yên Kurdolojiyê kirin. Wan, di warên çand û huner û aborî û erdnîgariya Kurdistanê de perwerdeyeke baş dîtin û ezmûnên xwe jî pir baş dan. Em serbilind in!”
Rizganê Cango, Mamosteyê Zimanê Kurdî, dibêje, “Baweriya min tune bû ew wekên zarokên Rûs, zimanê me baş têbigihijin û hîn bibin ku ez ji karê xwe razî bim. Lê ev 4 sal e min keda xwe dît.”
Îkbal Durre, Mamosteyê Zankoyê û Endamê Komîsyona Ezmûnan, diyar dike, “Ewê êdî pispor in li ser peywendiyên Rûsya û Kurdistanê. Ya giring ew e, ku ewê di wî warî de kar bikin. Ez gelek memnûnim ji encamê. Ne tenê ji ber ku ew bi serkeftî bûn derçû. Ji ber ku ewê di pratîkê de jî, wê bibin pisporên sûdmend.”
Di vê zankoyê de xwendekaran fêrî nêzî 40 zimanên cîhanê dikin. Zimanê Kurdî tenê di vê polê dihat fêrkirin , lê ji bilî zimanê Kurdî ew, fêrî zimanên din jî dibûn. Va ye, 10 Kurdologên dahatûyê îro êdî bûn derçû.
Derya dibêje, “Ez difikirim ku min ezmûna xwe baş da. Piştre ez dixwazim li ser zimanê Kurdî masterê bixwînim û piştre dixwazim di vî warê zimanê Kurdî de kar bikim.”
Artyom diyar dike, “Ez pir şa me ku min îro xwendina xwe xilas kir. Ez dixwazim spasiya mamosteyên xwe bikim. Ez bawer dikim ku ez bikarim bên Kurdistanê bo xwendina xwe berdewam bikim.”
Di maweya çar salan de, derfeta piraniya wan çê bu ku serdana Kurdistanê jî bikin û li zankoyên Başûrê Kurdistanê jî pratîkê bikin.
Dmîtriy diyar dike, “Min zanko bi serkeftî xilas kir. Ez spasiya xwe bo mamosteyên zankoya Selahedîn.”
Olga dibêje, “Ez pir kêfxweş im ku min zanko xilas kir. Ez mamosteyan spas dikim, kêfa min gelek ji çanda Kurdî re tê.”
Nataşa jî dibêje, “4 salan li ser Kurdistanê min gelek zanyarî hildan. Spas bo mamosteyên min. Ez dixwazim biçim Kurdistanê û Kurdistanê bibînim.”
Her çend Rûsya yek ji navendên giring ên Kurdolojiyê tê naskirin jî, yekemîn car li vê Zankoyê mijara Kurdistanê û zimanê Kurdî bi fermî ket nava bernameya perwerdehiyê. Hêj diyar nîne, ka Zanko dîsa poleke nû ya Kurdî damezrîne, an na, lê weke diyar e, bawernameya bakoloryayê ji bo piraniya van derçûyan qonaxa dawî nîne.