Kesekî deriyê firokeyeke rêwiyan dema ku li esman bû vekir

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Koreya Başûr Firokeya Rêwiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Koreya Başûr dibêjin, wan kesek desteser kirine ku deriyê firokeyeke rêwiyan dema ku hîn nehatibû xwarê li esman vekir.

Wezareta Veguhastinê ya Koreya Başûr îro Înê 26ê Gulana 2023an, di daxuyaniyekê de ragihand, firokeya rêwiyan a bi cureya Airbus A321 ku 194 rêwî tê de bûn, ji Daegu ber bi Jeeju ve diçû. Yek ji rêwiyan deriyê firokeyê dema ku li esman bû vekir.

Serokê Dezgeha Agirkujiyê yê bajarê Daegu yê Koreya Başûr got, “9 kes ji rêwiyan rûbirûyê pirsgirêkên nefesê bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin şandin.”

Rêwiyekî ji medyaya Koreya Başûr re got, “Min digot qey firoke diteqe. Rêwiyên li kêleka derî hemû bêhiş ketin.”

Wezareta Veguhastinê ya Koreya Başûr ragihand ku polîsan ew welatî desteser kirine û bi tohmeta binpêkirina yasayên firokevaniyê lêpirsînê li ser wî hatiye destpêkirin.

Polîsan jî anîn ziman, “Wî kesî li ser çalakiya xwe tiştek negot û di dema bûyerê de ne serxweş bûye. Bi wî re axaftineke asayî zehmet e. Em ê sedema bûyerê lêkolîn bikin û tawanbar ceza bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst