Maduro ji ber şandina barê sotemeniyê spasiya Îranê kir

26-05-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Îran Venezuela Nicolas Maduro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand, ku yekem keştiya petrolê ya Îranê gihiştiye welatê wan, û ji ber wê alîkariyê spasiya berpirsên Îranê kir.

Nicolas Maduro got, ku yekem keştî roja Yekşemê derbasî sînorê deryayî yê welatê wî bûye û niha jî gihîştiye benderekê li rojavayê Karakas a paytexta wî welatî.

Keştiya tanker a bi navê Fortune şeva Şemiyê bi skortkirina keştiyên cenhî û balafirên şer ên Venezuelayê derbasî sînorê deryayî yê wî welatî bûbû, ku 43 milyon lître benzîn ji Îranê bar kiriye, daku bigihîne Venezuelayê.

Ji bilî keştîtankera Fortune, çar keştiyên din ên Îranê yên bi navê Forest, Petunia, Faxon and Clavel ku barê wan jî sotemenî ye, di rêya Venezualeyê de ne.

Serokê Vanezuela diyar kir, ku ew spasiya xelk, serok û rêberê bilind ê Îranê dike, ji bo hevsozî û piştevaniya wan a bo gelê Venezuelayê.

Maduro got: “Ez dixwazim li ser navê rastbêjtirîn û baştirîn dilên xelkê Vanezuelayê spasiya Komara Îslamî ya Îranê, Serok Ruhanî, dost û hevalên xwe, Rêberê Bilind Xaminêyî û hemû gelê Îranê bikim, ji dil spasiya wan bikim bo hevsozî û piştîvaniya wan.”

Maduro herwiha pesnê Rêberê Îranê Xaminêyî da û got, ew şûnketiyê rasteqîn ê rêberê dîrokî yê komara îslamî Ayetulla Xumeynî ye.

Serokê Venezuelayê herwiha di bernameyeke televzîyonî de jî amaje bi rêwîtiya keştiyên Îranê ber bi Venezuelayê  kir û ragihand, “herdu welatan mafê wê yekê hene ku bi awayekî azad bazirganiyê bikin.”

Nicolas Maduro diyar kir, ku “Îran û Venezuela aştiyê dixwazin” û tekez kir, “herdu gelên şoreşger ti caran stuyê xwe li beramber imperyalîzma Amerîkaya Bakur natewînin.”

Ji ber qeyrana aborî û îdarî ya ku ew demeke dirêj e li Venezûelayê heye, pêwistiya wî welatî bi benzîna Îranê hebû.

Amerîkayê pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê, ku yek ji welatên mezin ên xwediyên yedeka petrolê û herwiha berhemhênerekî mezin ê petrolê li cîhanê ye, dorpêç kiriye û cezayên giran li ser wê kerta aboriya Venezuelayê sepandiye, lewma niha ew welat rastî qeyraneke mezin a sotemeniyê hatiye.

Amerîkayê pêştir gef xwaribû, ku rê nade ew keştî bigihin Venezuelayê û hejmarek keştiyên xwe yên cengî şandibûn deryaya Karaîbê.

Li hember wê gefa Amerîkayê, Îran û Venezuelayê jî hişyarî dabûne Waşingtonê, ku ti astengiyan di rêya wan keştiyan de dernexe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst