YÛNANISTAN - Êrişî koçberên Rojava kirin

26-05-2018
RÛDAW
Dîmenên êrişa ser koçberên Rojavayê Kurdistanê
Dîmenên êrişa ser koçberên Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Yûnanistan Ereb Êriş Kurd Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li girava Mîtîlînî ya Yûnanistanê, çend Erebên Sûriyê û Iraqê bi boriyên hesinî êrîşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kirin, hat îdiakirin ku di encama bûyerê de 4 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

 

Li gorî dîmenên ku bi berfirehî li ser torên civakî hatine belavkirin, xuya dibe ku çend gencên Erebên Sûriyê ku ji xelkê Dêrazorê ne, herwiha ligel çend gencên Erebên Iraqê êrîşî konên koçberên Rojavayê Kurdistanê li girava Mîtîlînî kirin, ku boriyên hesinî di destê wan de ne.

 

Di dîmenan de xuya dike ku cenazeyên hin xortên Kurd li erdê ne, herweha çend xort jî bi giranî birîndar bûne.

 

Herwiha di nav dîmenan de, kesên ku êrîş kirine ser xortekî Kurd piştî ku hatiye kuştin û li du xwe kaş dikin, ji ber ku ew dîmen giran in, em nikarin parve bikin, lê ya balkêş ew e, tevî ku wê êrîşê gelekî dirêj kiriye, hêzên polîsên Yûnanistanê di dîmenan de nayên dîtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst