Nadya Mûrad: Ez ditirsim Şingal bibe sê parçe

26-05-2017
RÛDAW
Nîşan Nadya Mûrad kurdên êzidî Şingal parçebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça kurda êzidî Nadya Mûrad ku Balyoza Nêtpakiyê ye li Neteweyên Yekbûyî, li ser kontrolkirina gundê Koço ji aliyê Heşda Şeibî ve ragihand, ku Şingal li hember parçebûnê ve rû bi rû ye.

 

Hêzên Heşda Şeibî duh gundê Koço yê ser bi Şingalê kontrol kirin. Li ser vê yekê Nadya Mûrad îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

 

Nadya Mûrad di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Gelê êzidî li ber çavê cîhanê, rastî komkujiyan hat. Bû 3 sal em ji civaka navdewletî dixwazin ku komkujiyên ku li dijî êzidiyan hatine pêkanîn, nas bikin.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha dest nîşan kir: “Şingal û deşta Neynewa ya ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin, bûye qada şer û pevçûnên siyasî û leşkerî, bi vî awayî nehiştine êzidî mafên xwe bînin ziman. Ez ditirsim bûyerên ku diqewimin, Şingalê bikin 3 parçe yan jî zêdetir. Ev rewş mafên gelê me dabîn nake, xaka me dabeş dike. Lewma em dixwazin devera me were kontrolkirin û parastina navdewletî were dabînkirin û herwiha tawanbar werin darizandin.”

 

Nadya Mûrad wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

“Li gundê Koço gelek goristanên komî hene. Li Şingal û gundê Koço heta niha 40 goristanên komî hatin dîtin. Ez ditirsim goristaneke din a komî ku 6 birayên min û 700 kesên gundê Koço têde, derkeve holê. Gundê me 12 roj di bin dorpêça çekdarên DAIŞê de ma. Me ji civaka navdewletî alîkarî xwest, lê heta ku komkujî pêk bê, ti feyde neda. Ji hêzên ewlehiyê jî dixwazim ku belgeyên vê, werin parastin.”

 

Hêzên Heşda Şeibî duh gundê Koço kontrol kir.

 

Gundê Koço 18 kîlometre dûrî navenda Şingalê ye. Beriya ku DAIŞê ew gund dagir bike, nifûsa wî nêzîkî 4 hezar bû û piraniya wî gundî jî kurdên êzidî bûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst