FLAŞ - Ji Amerîka bersiva armên YPGê!

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîka Peter Cook derbarê wêneyên leşkerên Amerîka yên bi armên YPGê de ragihand, ku pêştir jî leşkerên wan armên hevalbendên xwe bi kar anîne.

 

Piştî ku çend wêneyên leşkerên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê di operasyona rizgarkirina Reqayê de piştevaniyê li şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin, bi armên YPGê li ser kincên wan ên leşkerî di medyayên cîhanê de belav bûn, Washingtonê derbarê mijarê de daxuyanî da.

 

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê Peter Cook îro li avahiya wezaretê li Washingtonê ragihand, li ser wan dîmenan ew ti şiroveya nake.

 

Cook da zanîn, ku ji ber rewşa ewlehiya leşkeran nikarin cihên wan diyar bikin û got:

 

“Leşkerên me ji leşkerên ku li dijî DAIŞê şer dikin, re şêwirmendiyê dikin. Leşker, piştgirî û şiyana xwe ji bo pêşveçûna çalakiya wan hêzan pêşkêş dike. Leşkerên me li eniya şerî cih nagirin û pêşeng nîn in.”

 

Operasyona rizgarkirina Reqayê ku dikeve bakurê Sûriyê, ji pêr roja sêşemiyê 24ê Gulanê ve dest pê kir. Operasyon îro di sêyemîn roja xwe de berdewam bû û ajansa AFP jî çend wêneyên leşkerên Amerîka bi armên YPGê li ser kincên wan ên leşkerî belav kir.

 

Amerîka jibo ku piştgiriyê bide operasyona rigzarkirina Reqayê û bo alîakriya YPGê û HSDê leşkerên xwe şandine Rojavayê Kurdistanê. Herwiha balafirên şer ên Amerîkayê jî bi bombebarana cihên DAIŞê alîkariya operasyonên dikin.

 

Cook li ser pirsyara derbarê armên YPGê li ser kincên leşkerên Amerîka herwiha got: “Hêzên Taybet ên Operasyonê berê jî arm û tiştên ku nasnameya wan diyar dike, bi kar anîbûn.”

 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîka li ser operasyona Reqayê jî axivî û da zanîn, ku 3 gund ji destê çekdarên DAIŞê hatine derxistin û tekez kir, ku ew bo kontrolkirina Reqayê bi biryar in.