Di hilbijartinên PEyê de rastgir bi ser ketin

26-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di hilbijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) de dengên Demokratên Xaçparêz, Sosyalîst û Lîberalan kêm bûne û rêjeya dengên komên marjînal yên rastgir zêde bûne.

Di hlibijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) de komên marjînal yên rastgir bi ser ketin. 

Li Almanyayê Partiya ji bo Almanyayê Alternetîf (AfD) a rast-populîst a ku li dijî sîstema Eureoyê ye, ji sedî 7 deng bidest anî û her kes matmayî hîşt.

Li Îngilistanê partiyek jibilî Partiya Muhafezekar û Partiya Karkeran bi ser ket û her kes matmayî hişt. Partiya Serxwebûna Paşatiya Yekbûyî 24 endamên xwe şandin PEyê. 

Li Fransayê Partiya Eniya Neteweyî ya ku rastgir e, serkeftineke girîng bi dest xist. Li Fransayê encamên hilbijartinê wekî erdhejê hat binavkirin. 

Li Danîmarkayê Partiya Gel a Danîmarkayê ku ji ser dijberiya biyanî û musilmanan siyasetê dike, dengên xwe derxist du qatan û 4 endamên xwe şandin PEyê. 

Li Îtalyayê Partiya Demokrat a ku Serokwezîr Matteo Renzî serokatiya wê dike ji sedî 40ê dengan girt û serkeftinek berbiçav bi dest xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst