Saziyên navdewletî banga azadkirina kesên duh hatibûn desteserkirin dikin

Hewlêr (Rûdaw) - 18 saziyên navdewletî banga azadkirina zêdeyî 150 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend dikin ku roja 25ê Nîsanê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Roja 25ê Nîsanê navenda wê Amed li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û zêdeyî 150 kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin. Piraniya wan saziyên medyayê 18 saziyên navdewletî bi daxuyaniyeke hevbeş bal kişandin ser pêvajoya hilbijartinê û banga berdana kesên desteserkirî kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku berî hilbijartinan pêwîstî bi medyayeke azad û piralî heye.

Ew 18 sazî di daxuyaniya xwe de dibêjin:

“Divê zextên li ser berpirsên rêxistinên mafên mirov ên Tirkiyê, azadiya raderbirînê, azadiya medyayê, rojnamevanên Kurd, xebatkarên medyayê, saziyên medyayê, parêzerên ku wan diparêzin û berpirsên partiyên siyasî yên Kurd û tacîzên sîstematîk û kiryarên çavtirsandinê bên rawestandin, hevdîtina ligel parêzeran bê dabînkirin, hemû tohmetên tên kirin bên eşkerekirin û kesên desteserkirî bên berdan. Bi vê helkeftê em berî hilbijartinên 14ê Gulana 2023an pêwîstiya medyayeke azad û piralî dubare dikin. Sedema bi ser de girtina mal û ofîsên 128 kesan bi awayekî eşkere ne diyar e. Hatiye ragihandin ku derbarê 216 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Ji ber qedexeya hevdîtina parêzeran tohmetên ku têne kirin nayên zanîn.

Operasyon li dijî medyaya Kurd û opozîsyona siyasî gaveke din a zext û çavtirsandinê ye. Berê jî di Hezîrana 2022an de li Diyarbekirê 20 rojnamevan hatibûn desteserkirin û 16 ji wan hatibûn girtin. Cotmeha 2022an li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê 11 rojnamevan bi hinceta terorê hatibûn desteserkirin.

Em bang li berpirsan dikin demildest ligel rojnamevan, parêzer û aktîvîstên siyasî yên hatine desteserkirin rê bidin hevdîtina parêzeran û hemû hûrgiliyên tohmetên tên kirin bên eşkerekirin. Eger dema delîleke ku erka xwe bi xirabî bikar anîne neyê tespîtkirin, divê yekser bên berdan.”

Daxuyanî ji aliyê Hevpeymaniya Jin a Rojnamevaniyê (CFWIJ), Pen a Engilish, Navenda Azadiya Medya û Çapemeniyê ya Ewropa (ECPMF), Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ), Federasyona Rojnamevanên Navdewletî (IFJ), Saziya Medyayê ya Navdewletî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN Amerîka, PEN International, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Québec, Platforma Rojnamevanên Serbixwe, P24,San Miguel PEN, Scottish PEN, Organîzasyona Medya Başûrê Rojhilatê Ewropa (SEEMO) hatiye îmzekirin.