Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî serdana Moskow û Kyivê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî serdana Moskowê dike û  li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dicive, piştre jî dê serdana Kyivê bike û li gel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hevdîtinekê bike.

Antonio Guterres, roja Duşembê serdana Enqere ya paytexta Tirkiyê kir û li gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Li gor medyayên Tirkiyê, Erdogan di hevdîtina ligel Guterres de tekezî li ser vê yekê kiriye ku pêwîst e hemû alî piştevanî li destpêşxeriya Stenbolê bikin ji bo bidestxistina Aştiyê  di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

Li gor malpera Reliefweb ku nêzîkî rêkxistina Netewên Yekgirtî ye , armanca serdana Antonio Guterress bo Moskowê hewleke  dîplomatîk e li gel çend bijardeyên sînordar ji bo rizgarkirina jiyana xelkê u herweha rêxweşkirin e bo gotûbêjên aştiyê yên di navbera Kyiv û Moskowê de.

Roja paştir di 27ê Nîsanê de, biryar wiha ye ku Guterres serdana  Kyivê bike û li gel Zelensky bicive.

Serdana Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Moskow û Kyivê di demekê de ye, ku zêdetirî du mehan e Rûsyayê êrişa bo ser Ukraynayê destpê kiriye û şerê navbera herdu welatan hêj berdewam e.

Li gor malpera Reliefweb, Antonio Guterres di pêgeheke wisa de nîne ku bikare rola navbeynkar di navbera herdu aliyan de ji bo bidesxistina aştiyê bilîze, ji ber ku şerê navbera Rûsya û Ukrayna bi dijwarî berdewam e û herdu alî dixwazin serdestiya xwe îsbat bikin daku weke kerteke zextê li dijî hev bi kar bînin. Herwiha ti pêşniyar û projeyeke wiha jî di destê Guterres de tune ye ku ewqasî bihêz be aliyên şer razî bike ku agirbestê ragihînin.

Lê tevî wê yekê jî, serdana Guterres dikare givaşan zêde bike daku alîkariyên mirovî yên zêdetir bigihin xelkê Ukraynayê, bi taybet jî bo niştecihên bajarê Mariupolê ku demeke dirêj e di bin dorpêçê de ne û di rewşeke gelek xirab de ne.