Amerîka, Almanya û Yekîtiya Ewropa ji biryara derbarê Kavala de nerazî ne

26-04-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Almanya Yekîtiya Ewropa Osman Kavala
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Wezareta Derve ya Almanya û Parlamentoya Ewropayê derbarê biryara doza Osman Kavala de ku bi hinceta hewla hilweşandina hikûmetê cezayê heta hetayê bo wî hat dayîn nerazîbûn nîşan dan.

Li Tirkiyê piştî biryara azadbûnê ya derbarê çalakiyên Parka Geziyê de hat hilweşandin, 25ê Nîsana 2022ê Osman Kavala jî di nav de 17 kesên di dozê de dihatin darizandin ceza wergirtin û bo Kavala jî cezayê heta hetayê hat dayîn û ev di qada navdewletî de bû sedema nerazîbûnan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price daxuyaniyek belav kir û got, ew di Doza Geziyê de ne li bendî biryareke wiha bûne û ji vê biryarê nerazî ne.

Price dibêje: “Kavala bi awayekî neheq hatiye cezakirin û ev dijî mafên mirov û serdestiya hiqûq û azadiyên bingehîn in. Em careke din bang li Tirkiyê dikin ku li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê tevbigere û Osman Kavala jî di nav de hemû kesên bi kêfî hatine girtin bên berdan.”

Raportorê Berdewam ê Tirkiyê li Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamentoya Yekîtiya Ewropa-Tirkiyê Sergey Lagodinsky jî derbarê biryara Osman Kavala de nerazîbûn nîşan dan.

Amor û Lagondinsky di daxuyaniya xwe de diyar dikin ku îro ji bo kesên li Tirkiyê parazvanên serdestiya hiqûqê û mafên bingehîn in û dixwazin Tirkiye nêzîkî Yekîtiya Ewropayê bibe rojeke xemdar e û  dibêjin: “Ev biryara xemdar a Dadgeha Stenbolê gelekî zelal dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ye û dê encamên vê dozê li ser dozên binpêkirinê yên li Konseya Ewropayê berdewam in jî çêbibin."

Li Almanyayê jî Hikûmeta Federal bi awayekî tûnd ev biryara dadgehê rexne kir. Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock got, ev biryara dadgehê bi temamî dijî Tirkiyeke ku berendamê Yekîtiya Ewropayê yê û dibêje: “Ev biryar li dijî standartên dewleta hiqûqî û berpirsiyartiyên navdewletî yên ku Tirkiyê ji bo bibe endamê Yekîtiya Ewropayê ye û divê Kavala demildest bê azadkirin.”

Wezîra Çandê ya Almanya Claudia Roth jî dibêje, ev biryareke tewş e û ji her alî ve bê bingehe û zelal e ku ev biryareke siyasî ye. Rêxistina Efûyê ya Navdewletî jî diyar kir ku ev cezayê heta hetayê bo Osman Kavala hatiye dayîn bo mafên mirov derbeyeke giran e.

Konseya Ewropayê berî niha ji ber Tirkiye li gor biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ku gotibû ji ber mafên Kavala hatine binpêkirin divê bê azadkirin tevnegeriya bû dijî Tirkiyê doza binpêkirinê vekiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst