Li Wuhanê ti pêketiyên koronayê li nexweşxaneyan neman

26-04-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Wuhan Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemû nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) yên bajarê Wuhan a eyalata Hûbeya Çînê piştî çareserkirinê ji nexweşxaneyan hatin derxistin bo malên xwe hatin şandin, ku yekekm vîrus li wî bajarî hatibû tomarkirin. 

Li gor nûçeyên medyaya Çînê, Berdevkê Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê Mi Feng ragihand ku li Wuhanê hemû nexweşên vîrusa koronayê piştî çareserkirina bo malên xwe hatin şandin.

Mi Feng diyar kir, bi saya bijîşkên Wuhanê û yên ku ji herêmên cuda yên Çînê çûne, li bajêr tu kesekî ku li nexweşxaneyan çareseriya Covid-19ê dibînin, nemane.

Li gor daxuyaniya nivîskî îro li Çînê di 24 saetên dawîn de testa koronayê ya 11 kesan pozîtîv bûye ku ji wan 5 kes ji derveyê welat çûne.

Herwiha hat ragihandin ku di heyama 24 saettên dawîn de li wî welatî ti kes ji ber vîrusê nemir.

Li Çînê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê ketine gihîût 82 hezar û 827 kesan. Li Çînê heta niha 4 hezar û 632 kesan ji ber koronayê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst