Çekya balyozxaneya xwe vediguhezîne Orşelîm - Qudsê

26-04-2018
RÛDAW
Nîşan Çekya Balyozxane Orşelîm Quds Filistîn Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser veguhestina balyozxeneya welatê xwe ji Tel Avîvê bo Orşelîm – Qudsê, Serokomarê Çekyayê jî biryar da ku balyozxaneya welatê xwe ya li Îsraîlê veguhezîne Orşelîm – Qudsê.

 

Serokomarê Çekyayê Milos Zeman roja çarşemê ragihand: “Plana me heye ku balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avîvê veguhezînin Orşelîmê.”

 

Milos Zeman diyar kir ku veguhestina balyozxaneyê bo Orşelîm – Qudsê dê bi sê qonaxan pêk were: Di qonaxa yekem de meha bê dê konsulxaneya rûmetê li Orşelîmê vekin, dê hewl bidin di dawiya vê salê de balyozxaneya xwe veguhezînin Orşelîm – Qudsê.

 

Biryara Donald Trump a li ser veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Orşelîm – Qudsê û nasîna wî bajarî weke paytexta Îsraîlê, rastî nerazîbûneke berfireh a gelê Filistînê û welatên Erebî û Îslamî hat, lê belê Trump li ser biryara xwe ya veguhestinê rijd e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst