Erebistan: Çi bi rêyên siyasî be yan jî leşkerî, divê Esed nemîne

26-04-2017
RÛDAW
Adil Cûbêr
Adil Cûbêr
Nîşan Erebistana Siûdiye Adil Cûbêr Sûriye Esed Rûsya Sergey Lavro
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê dibêje, çi bi riya serbazî be yan diplomatîk, divê Beşar Esed li ser deshilatê nemîne.

 

Eebistana Siûdiyê cardin helwesta xwe li hember Hikûmeta Sûriyê û serokê wê Beşar Esed tund kir.

 

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr ku bi serdanekê li Moskow a paytexta Rûsyayê ye, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê jî her du beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

 

Adil Cubêr di vê konferanseke rojnamevaniya ligel Sergey Lavrov de ragihand, ku li cem wan belgeyên piştrastkirî hene ku Hizbulah û Supaya Pasdaran a Îranê li Sûriyê komkujiyan pêk tînin.

 

Cubêr herwiha dibêje, divê Hizbulah û Supaya Pasdaran a Îranê ji Sûriyê derkevin.

 

Wezîrê Derve yê Siûdiyê da xuyakirin, ku nabe Beşar Esed li Sûriyê li ser desthilatê bimîne û tekez kir, çi bi rêyên dîplomatîk û siyasî be û çi jî bi rêyên leşkerî be, divê Esed li ser desthilatê biçe.

 

Adil Cubêr di berdewamiya axavtina xwe de ragihand:

 

“Me bi hurî rewşa Sûriyê gotûbêj kir, ku me parastina yekperçeya axa Sûryê bi giringî da zanîn. Herwiha em dê berdewam bin li ser hewlên peydakirina çareseryeke siyasî ji bo kirîzê ku li ser bingeha biryarên Cinêv1 û biryara 2254 a Netewên Yekbûyî ev çareserî were avakirin.

 

Herwiha rewşa li Yemenê jî mijareke gotûbêjan bû, ku me tekezî kiriye, divê kirîz li gorî biryarên Netewên Yekbûyî were çareserkirin, û bi taybet biryara 2216 ku bi destpêşxeriya welatên Kendavê bû.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst