KOLN - Li ber konsulxaneya Tirkiyê komkujiya Cindiresê hat protestokirin

26-03-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Koln Komkujiya Cinidirêsê
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Welatiyên Kurd bi cil û bergên Kurdî û alên Kurdistanê li ber avahiya Konsulsxaneya Tirk a li bajarê Kolnê ya Almanyayê li dijî şehîdkirina 4 welatiyên Cindirêsê xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku komên çekdar ji Efrîn û Cindresê derkevin.

Rêkxerên vê xwepêşandanê dibêjin ku ew serbixwe ne û Encûmena Niştîmanya Kurdî li Sûriyê (ENKS) piştgîriya wan dke.

Rêkxerekî xwepêşandana Kolnê Hesen Mecîd got “Me xwest em dengê xwe tevî dengê malbata şehîdan bikin tevî serhildana Cindirês û Efrînê bikin, em dengê xwe bigihînin cîhanê, em îro li ber konsulxaneya Tirkiyê sekinîne bi alîkariya partiyên bi navê ENKS lê çalakî em kesên serbixwe pê re bûn û nûnerên ENKSê ên li Ewropayê bi me re peywendî danîn. Em bejna xwe li ber wan xwar dikin ji bo ku xwestin kesên ku di civakê de vî karî pêk bînin.”

Kesayetiyên diyar ji revenda Kurdî di xwepêşandanê de beşdarî di xema xelkê Çiyayê Kurmênc de dkin û daxwazyên sereke yên xwepêşanderan derketina grûpên çekdar ji Efrînê ye û dawî anîna bi binpêkaryên li dijî xelkê sivîl û resen ê Kurdaxê ye.

Welatiya Efrînî Xalida Osman dibêje “Em dixwazin van Ereban ji Efrênê derên û em zanibin nasnama me çi ye. ev zilm û zora ku her roj li Efrînê çêdibe ne rast e. Xortên me tev dimrin dikevin hepsan, di hepsan de zilm heye.”

Welatiya Efrînê Zehfet Henan anî ziman “Daxwaziya me ji hemû hikûmetan çi ji Almanyayê çi jî ji hemû Ewropayê azadiya me ye. Xwedê em Kurmanc dane, giştan rika xwe dane me çima ku dibêjin azadî, lê azadî ne wiha ye. Azadî herîn miletî bê sedem bikujin e?”

Welatiyê Efrînî Rêber Elî “Em îro li vê derê ne, em dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmet Almanyayê, Yekîtiya Ewropayê û hemû cîhanê ku guvaş li Tirkiyê were kirin dakî van hêzan rawestînin, van hêzên tundrew, van çeteyan ji Efrînê derxînin.”

Şanderê Almanya ji bo Sûryê Stefan Schneck, piştî 4 rojan ji kuştna her çar hevniştîmanyê xelkê Cindrêsê, bi tweetekê vê kiryarê şermezar dke û daxwaz dike lêkolîna wê bûyerê bê kirin.

Di pênç salên dawî de Kurdan daxwaza rizgarkirin Efrînê ji destên grûpên çekdar û wan hêzan kirin yên ku niha serdest in li wê derê. Di du bûyerên derbasbûyî de dengên Kurdan zêdetir bûye ji hemû deman; Piştî erdhejê û piştî komkujiya şeva Newrozê ya li Cindirêsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst