MOSKOW - ‘Tenê federalîzm dikare Sûriyê ji parçebûnê xilas bike’

26-03-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Moskow (Rûdaw) – Li Moskowê di Navenda Ragihandinê ya "Rûsya Îro" de rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê hat nîqaşkirin. Kurdolog Stanîslav Îvanov got, federasyon mafê xwezayî ya kurdan e.

Li Moskowê di Navenda Ragihandinê ya "Rûsya Îro" de mêsê gilover a bi sernavê "Kurdistana Sûriyê, Federalîzm û Encamên Siyasî"  bi beşdariya çavdêrên siyasî yên kurd û rûs bi rêve çû.

Di civênê de, helwêsta Rûsya li ser dahatuya Sûriyeyê û cihê kurdan di Sûriyeya nû de bû mijara herî germ a gengeşiyan.

Kurdolog Stanîslav Îvanov li ser dîroka kurdên Sûrî bi hûrî sekinî û tekezî li ser wê yekê kir ku federasyon mafê xwezayî ya kurdan e û tenê ev sîstem dikare Sûriyeyê ji hev belavbûnê rizgar bike.

Stanîslav Îvanov wiha got: "Bi nêrîna min ev danûstana me ya îro careke din diyar kir, ku bêyî kurdên Sûrî rewşa Sûrî nikare ber bi çareseriya aştiyane biçe. Herwiha, bêyî kurdan bi giştî,  ne krîza Sûrî, ne pirsgirêka Îraqê, ne jî pirsgirêkên herêm bi giştî heya dawiyê dikare bê çareserkirin"

Danûstaneke berfireh jî, li ser şêwaz û çawaniya beşdarîkirina şanda kurdên Sûrî di gotûbêjên Cenevê de hat kirin. 

Moderator di dawiya civînê de amaje pê kir, ku îro dahatûya Sûrî û daxwaza kurdan a federasyonê di rojeva siyaseta navneteweyî de ye, û  di wê wateyê de analîzên beşdarên vê mêzê gilover pir sûdmend bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst