Rêveberê CIAyê: Divê dewleta federal a kurdî bê axaftin

Navenda Nûçeyan – Rêveberê berê yê Navenda Îstîxbarata Servîsa Amerîkayê (CIA) û Encumena Ewlehiya Netewî (NSA) Michael Hayden got, avakirina dewletek federal a kurdî dê ji bo rewşa siyasî ya Rojahilatê Navîn baş be.

Rêveberê berê yê CIAyê Micheal Hayden diyar kir ku siyaseta Rojahilata Navîn a sedsala 20emîn hilweşiya ye.

Micheal Hayden wiha got: “Ya kevin çû, pêwîst e ya nû were avakirin. Di vê rewşê de tişta bê kirin û axaftin divê paşeroja Kurdan be. Bi kurtasî dewletek federal a kurdî ye.”


Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê êvariya 17ê Adarê li bajarokê Rimêlan ê li Kantona Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê konfranssek rojnamevanî lidarxistibû û têde bi awayeke fermî avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ragihandibû.

Hevserokê Federasyona Saziyên Kurd ê Rûsyayê Merab Şamoyev gotibû: ‘Divê makeqanûna Sûriyê diyar bike ku welat komareke federal e. Berovajî be wê gelê kurd neçar bimîne û serxwebûnê ragihîne.'


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragihandibû, xwîna vê carê ya Kurdan ku hatiye rijandin bo serxwebûnê hatiye rijandin û gotibû: “Yan emê hemû ji nav biçin yan jî emê serbixwe bin.”