2 hezar kes ji bo 'Girtîgeha Terorîzmê' hatin veguhestin

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan El Salvador
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê El Salvador a Amerîkaya Navîn 2 hezar kesên ku endamên grûpên tundûtûjiyê ne, di bin rêkarên ewlehiyê yên tund de ji bo 'Girtîgeha Terorîzmê' hatin veguhestin.

Wêneyên veguhestina koma yekem a ji 2000 kesan a li El Salvadorê bo girtîgeheke nû ya ewlekariya bilind a li bû rojeva cîhanê.

Serokê El Salvadorê Nayib Bukele ragihand ku koma yekem a ku ji 2000 çeteyan pêk tê, ji bo girtîgeheke nû ya bi ewlekariya bilind a hatine kirin.

Wêneyên veguhestina wan 2 hezar kesan kete rojeva cîhanê. Li El Salvador a ku yek ji welatên herî zêde tawan lê tê kirin, hikûmetê gaveke nû avêt. Li El Salvadorê bertekên li hemberî hikûmetê zêde bûne, bi hezaran girtî ji bo 'Girtîgeha Terorîzmê' ya bi teknolojiya bilind a nû hatin şandin.

"Hucreyên cezayê" hene

Ev girtîgeha ku bi pergaleke çavdêriyê ya teknolojiya bilind hatiye çêkirin û 40,000 tawanbaran dikarine di nav xwe de bihewîne, tê texmînkirin ku girtîgeha herî mezin a Amerîkayê ye. Girtîgeha ku 32 hucreyên wê yên 80 kesî hene, ji bo cezakirina endamên çete yên ku pergalê xirab dikin, "hucreyên cezayê" yên tarî û bê pencere hene.

"Niha têra xwe cih ji tawanbaran re heye"

Serokê El Salvadorê Nayib Bukele li ser Twitterê got, “El Salvador ji welatê herî xeternak ê cîhanê bû welatê herî ewle yê Amerîkayê. Me çawa kir? Bi xistina tawanbaran bo girtîgehê. Têra xwe cih ji tawanbaran re têra heye? Êdî heye. Ev der dê bibe mala nû ya çeteyên ku êdî nikaribin zirarê bidin xelkê.”

Pêxwas û kelepçekirî hatin tomarkirin

Di destpêkê de 2 hezar endamên çeteyan birin girtîgeha teknolojiya bilind. Di wêneyên ku ajansa nûçeyan a AFPê dane de, tê dîtin ku endamên çeteyan pêxwas, tenê şortên spî li xwe kirine dikevine girtîgehê. Hemû girtiyên ku destên wan li pişta wan kelepçekirî ne, deqên çeteyên wan li ser canên wan hene û serê hemûyan jî kur kirine.

Bû rojeva cîhanê

Wêneyên endamên çeteyan li cîhanê dengekî mezin veda. Seroka Rêxistina ya Amerîkaya Latîn WOLA Carolina Jimenez, dîmen rexne kirin û anî ziman, “Ev girtîgeh nîşanî me dide ku rêveberiya Nayib Bukele ne xwediyê planên zelal e ku pêşî li tawanan bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst