Rûsya: Wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, niha kar li ser civîna navbera wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê tê kirin.

Roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov di hevpeyvînekê de ligel medya fermî ya welatê xwe got: “Tişta niha di ajendeyê de, organîzekirina civîna wezîrên derve ye.”

Bogdanov herwiha dibêje “Niha çawaniya sazkirin û mercên civînê tên gotûbêjkirin.” Lê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ti zanyariyên zêdetir derbarê dema sazkirina civînê de nedan.

Roja 12ê Çileya 2023an, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku ti demeke destnîşankirî bo civîna ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdat nîne û gotibû: “Di zûtirîn dem de tê kirin.” Ew civîn jî bi navbênkariya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tê kirin.

Ev civîna han dibe civîna herî asrbilind a navbera Enqere û Şamê ji wê dema şerê navxwe li Sûriyê di sala 2011an de destpê kiriye. Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê di dawiya meha Kanûna 2022an de bi navbênkariya Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê li Moskowê civiyabûn.

Wê demê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê derbarê civînê de gotibû: “Civîna navbera wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyê bo cara yekem piştî derketina krîza Sûriyê di sala 2011an de, pêngaveke erênî ye.”