Navê Profesor Nadir Nadirov li Enstîtûya Petrol û Gazê hat kirin

26-02-2022
RÛDAW
Nîşan Nadir Nadirov Enstîtûya Petrol û Gazê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navê akademîsyen û profesorê navdar ê Kurd Nadirê Keremê Hacî Nadir ango Nadir Nadirov, piştî wefata wî bi şeş mehan li enstîtûyeke mezin a li Qazaxistanê hat danîn.

Li bajarê Atraûya Qazaxistanê, navê akademîsyen û profesor Nadir Nadirov li Enstîtûya Petrol û Gazê hate kirin.

Nadirov beşa petrol û gazê vekiribû

Li gorî ragihandina serkarên enstîtûyê çapemeniya Qazaxan, bi biryara Serokomarê Qazaxistanê Kasim Comert Tokayev navê Nadir Nadirov li saziya navdar a zanyariya petrol û gazê hatiye kirin.

Profesorê Kurd Nadir Nadirov, sala 1975ê di dema Dinmukhamed Kunaevê Serokomarê Qazaxistanê yê dema Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst de, bi fermana Serokomar, li bajarê Atraûyê li heman enstîtûyê beşa petrol û gazê vekiribû û li wir serkariya vê beşê kiriye.

Rêzgirtinek li xebatên profesorê Kurd

Herdu kurên Nadir Nadirov; Barî Nadirov û Dîma Nadirov jî li bajarê Atraûyê beşdarî merasîma navlêkirina bavê xwe ya li ser enstîtûyê bûn û ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe eşkere kirin û spasiya beşdar û serkaran kirin.

47 sal piştî xebata pêşî ya Nadirov li Atraûyê û 6 meh piştî wefata wî, navlêkirina wî ya li heman dezgeha zanyariyê, wekî hurmetdayîna kar û xebatên wî yên bêhempa ji bo ilmê Qazaxistan û dinyayê tê nirxandin.

‘Mareşalê Petrol û Gazê’

Nadir Nadirov 6ê Rêbendana (Çileya) 1932yê li Qîqaça Nexçîvana Ermenistanê hatibû dinyayê û 24ê Tebaxa 2021ê li Alma Ataya Qazaxistanê koça dawî kiribû.

Profesroê Kurd Nadir Nadirov di nav Qazax û Rûsan de wek “Mareşalê Petrol û Gazê” dihate naskirin. Ew xwediyê gelek xelat û madalyayên dewletê ye.

Nadîrov heta niha bi dehan kitêb nivîsandine, bi sedan gotarên wî yên zanyariyê hene û xwediyê zêdetirî 200 patentên zanyariyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst