Kremlîn: Operasyona leşkerî dîsa dest pê kir

26-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku "Plana operasyona leşkerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kir. Îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa dest bi liv û tevgerên xwe kirin."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê der barê êrîşên Rûsyayê yên li dijê Ukraynayê de daxuyanî da rojnamevanan.

Dmitriy Peskov diyar kir Serokê Rûsyayê Vladimîr Putînê ji bo gotûbûjên bi Ukraynayê re biryara sekinandina operasyonê dabû artêşa Rûsyayê û îdia kir ku rêvebiriya Kievê dest ji danûstandinan berdaye.

Peskov diyar kir plana operasyona leşkerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kiriye û got ku îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa dest bi liv û tevgera xwe kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst