Galeriya wêneyan

26-02-2022
24 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê berdewam e û şer gihiştiye kolanên Kieva paytext. Sibeha îro du mûşek arasteyî navenda Kievê hatin kirin ku yek ji wan bi avahiyekê ket û qurbanî hene û mûşekek jî li nêzikî firokexaneyekê ket.

Li aliyê din şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Rûsya û Ukraynayê de rû didin. Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşênkov ragihand, hêzên wan şeva derbasbûyî “bi mûşekên dûravêj ji esman û derya ve jêrxaneya serbazî ya Ukraynayê kirin armanc.”

Herwiha Artêşa Ukraynayê li ser rûpela xwe ya Facebookê hin amarên derbarê şerê Rûsyayê ligel welatê xwe belav kiriye û tê de ragihand ku 3 hezar û 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin û nêzîkî 200 leşker jî dîl hatine girtin.

Rûsyayê jî ragihand ku wan 821 baregehên serbazî yên Ukraynayê kirine armanc û 7 firokeyên şer, 7 helîkopterên şer û 9 dron hatine xistin.

Li gorî Artêşa Ukraynayê herwiha 14 firokeyên şer, 8 helîkopter û 10 tankên Rûsî hatine têkşikandin.

Li aliyê din heta niha Rûsyayê ti amarên şer belav nekirine û ev amarên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine belavkirin piştrast nekiriye.

Li gorî heman daxuyaniya Rûsyayê 87 tank, 118 otomobîlên serbazî û 28 sîstemên avêtina mûşekan ên Ukraynayê hatine têkşikandin

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê îro di roja sêyem de ye û şer gihîştiye heta kolanên Kieva paytexta Ukraynayê. Ukrayna dibêje, karwanekî wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê hatiye têkşikandin.

Hemû zanyarî li ser şerê Rûsya û Ukraynayê...