Xwendekarên Kurd li Ukraynayê asê mane

26-02-2022
RÛDAW
Xwendekarên Kurd li Ukraynayê asê mane
Xwendekarên Kurd li Ukraynayê asê mane
Nîşan Xwendekarên Kurd Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan xwendekarên xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê li Ukrayanayê dixwînin. Beşek ji wan heta niha jî li wî welatî mane. Xwendekar daxwaz dikin ku ji Ukraynayê bên vegerandin

Xwendekarekî Kurd derengê şeva Înê ligel sê hemwelatiyên din ên Kurd û du Ukrayniyan xwe gihandine sînorê Polandê.

Xwendekarekî Kurd li Sînorê Polandê dibêje “Heta vê gavê jî hikûmeta Iraqê ti tiştekî ji bo me nekirine wek mînak balafirek ji bo me amade nekir. Xwendekarên Kurd û yên Iraqî li vê derê bê xwedî ne.”

Zêdeyî 5 hezar û 500 Iraqî li navçeyên cuda yên Ukraynayê ne. Ji wan 450 xwendekarên Iraqî ne,  ku li 37 zanîngehên wî welatî dixwînin.

Xwendekarê Kurd li Kîevê Elî Ebdulwehab got "Ex daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim eger rêyek hebe me bibin Kurdistanê, yan me bişînin Polandayê. Ji ber ku eger em bigehin Polandayê ew alîkariya me dikin û em dikarin vegerin Kurdistanê."

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji Tora Medyayî Rûdawê re got: "Balyozxaneya Iraqê 14ê vê mehê daxwaz ji zanîngehên Ukraynayê kir mohletê bidin xwendekarên Iraqî, daku bikarin vegerin welatê xwe."

Hemwelatî li Xarkêvê Dr. Star Şahîn  diyar kir "Givaşeke derûnî û metirsî heye, Xarkêv bajareke girîng e wek paytexta berê ya Ukrayna. Li vir gelek zanîngeh hene. 33 zanîngeh hene û kesek li vir berdewamiya şer naxwaze."

Neteweyên Yekbûyî dibêje zêdeyî 10 hezar kesên li Ukraynayê neçar bûne mal û halê xwe bicih bihêlin. Herwiha zêdeyî  50 hezar Ukrayniyan jî welatên xwe bicihhêlane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst