Hemû kargeh û kompanyayên Tirkiyê yên li Ukraynayê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, hemû kompanyayên Tirkiyê yên li Ukraynayê hatin girtin ku hinek ji wan kargeh û kompanyayan gelekî mezin in.

Ji xeynî Kompanyaya Peywendiyên Turkcellê ku ligel hevbeşên Live Cell û LLC UkrTower a Ukraynî ku li ser kar û çalakiyên xwe berdewam in, hemû kompanyayên mezin û navîn ên Tirkiyê ku li Ukraynayê aktîf in, ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê hatine girtin û karmendên wan bi rêya Wezareta Derve ya Tirkiye ji wî welatî tên derxistin.

Kompanyayên mezin ên Tirkiy; yên avahîsazî, amêr, elektirîk, enerjî û tendirustî û projeyan çendîn sal e li Ukraynayê kar dikin. Ji derveyî karmendên xelkê Tirkiyê, hêjmarek zêde ya karmendên Ukraynî jî kar dikirin ku ji ber şerê sê rojên derbasbûyî bi giştî hatine sekinandin û girtin.

Di heman demê de 200 kompanyayên markayên cil û kozmetîkê yên Tirkiyê ku li Ukraynayê hebûn ji neçarî hatin girtin. Li gor Wezareta Derve ya Tirkiyê, niha nêzîka 16 hezar welatiyên Tirkiye li Ukraynayê mane û veguhestina wan destpê kiriye.