Kadirov: Şervanên Çeçen gihiştin Ukraynayê

26-02-2022
RÛDAW
Nîşan Ramazan Kadirov Çeçen Çeçenistan Ukrayna Rûsya Vladimir Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê di roja sêyem de berdewam e û Rêberê Çeçenistanê Ramazan Kadirov jî piştrast kir ku şervanên Çeçen bo Ukraynayê hatine şandin.

`Biryara Putin rast e`

Rêberê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ku komareke xweser a ser bi Federasyona Rûsyayê ve ye, eşkere kir, di çarçova şerê li dijî Ukraynayê de şervanên wan gihiştine wî welatî û li gel hêzên Rûsî beşdarî şer bûne.

Li gor nûçeya BBCyê, Ramazan Kadirov di peyameke vîdyoyî de behsa şerê li hember Ukraynayê jî kir û got, hêzên Çeçen dest danîn ser binkeyeke serbazî ya Ukraynayê û ti windahiyên wan çênebûne.

Rêberê Çeçenistanê di wê peyama xwe de piştgiriya xwe ji bo biryara şer a Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand û got, biryara Putin a “êrişkirina ser Ukraynayê rast e û di her şert û mercekê de em dê fermanên wî bicih binîn.”

12 hezar milîs

Televîyona Russia Today (RT), vîdyoyeke milîsên Çeçen ên li Groznya paytexta Çeçenistanê belav kiribû ku tê de dihat dîtin bi hezaran milîs amade ne derbasî Ukraynayê bibin.

Li gor RTê, 12 hezar milîsên Çeçen amade ne ku biçin Ukraynayê û li gel serbazên Rûsî beşdarî şer bibin.

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî berî niha ragihandibû, tîmên taybet ên Çeçen ji bo “kuştin û revandina berpirsên pilebilind ên Ukraynî” derbasî nav xaka wî welatî bûne.

 

Çeçenistan

Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê, Rûsyayê du caran êriş biribû ser hêzên li Çeçenistanê ku dikeve başûrê Rûsyayê û piraniya xelkê wê Misilman e.

Lê Moskowê piştî wan êriş û şeran, ji bo geşepêdana Çeçenistanê ku rêveberiyeke xweser e, budceyeke mezin veqetandibû û Ramazan Kadirov jî wek Serokê Çeçenistanê destnîşan kiribû.

Ramazan Kadirov ku wek kesekî nêzikî Putin tê naskirin, berê ji bo piştevaniya Kremlînê hêz şandibûn Sûriye û Gurcistanê jî.

Gefa li Tirkiyê û peykerê Ocalan

Herwiha Serokê Çeçenistanê berî niha gef li Tirkiyê xwaribû û gotibû, ew dê peykerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Groznya paytext danin.

Serokê Çeçenistanê Remezan Kadirov li beramber vekirina Parka Dudayev li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê nerazîbûn nîşan dabû û eşkere kiribû, “Li beramber vekirina parkekê bi navê Cewher Dudayev, em jî dê li Çeçenistanê peykerê Ocalan çêbikin û danin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst