SWIFT çi ye û ji bo çi girîng e?

26-02-2022
RÛDAW
Sîstema navdewletî ya veguhestin û gihandina pereyan: SWIFT
Sîstema navdewletî ya veguhestin û gihandina pereyan: SWIFT
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka êrîşa Rûsya ve bo ser Ukrayna, yek ji cezayên ku hinek welatên Ewropî behs dikin û gefa pê li Rûsya dixwin, derxistina wê ya ji nava sîstema SWIFTe.

Brîtanya, ji hevpeymanên xwe xwest ku Rûsya ji sîstema bankî ya SWIFT derxin. Lê ev ne biryareke yek alî ye.  Ji ber ku ziyana wê li welatên Ewropî jî dibe. Bi taybetî Almanya, Îtalya û çend welatên din jî li dijî wê yekê ne ku Rûsya ji sîstema SWIFT bê derxistin ji ber ku wê aboriyên wan jî ziyanê bibînin.

Wezîrê Darayî yê Fransa jî gotiye ew dikarin weke çareya dawî serî li vê bijardeyê bidin.

SWIFT çi ye û ji bo çi girîng e?

  • SWIFT, sîstema navdewletî a veguhestin û gihandina pere ye.
  • Rêka zanistî ya herî nû ye bo bazara darayî ye
  • Şandin û kişandina pareyan hêsantir dike
  • Bilez û bêsînor pereyan ji welatekî bo welatekî din vediguhêze
  • Ji bo bankeyan xizmetgûzariyan dabîn dike
  • Sala 1973ê hatiye avakirin û ji 1977ê ve çalak e
  • Avahiya wê ya sereke li Brukselê ye
  • Li 200 welatî, 11 hezar banke û saziyên SWIFTê hene
  • SWIFT ji bankeyeke asayî pir cuda ye
  • Yekser, hemû endamên xwe li ser pareyan agahdar dike
  • Her roj zêdetirî 40 milyon peyam têne şandin
  • Bi trîlyonan dolar, di nava kompanî û hikûmetan de diçin û tên
  • %1ê peyamên SWIFTê li ser şandin û kişandina pareyên ji Rûsyayê ye
  • WIFT, ji aliyê Bankayên Amerîkî û Ewropî ve hatiye avakirin
  • Armanc jê ew e ku saziyek bi tenê sîstema gihandina pereyan kontrol neke
  • Zêdetirî 2 hezar banke û saziyên darayî şirîkê sîstema SWIFT in
  • Çavdêriya wê ji aliyê Banka Navendî a Belcîka, Amerîka, Brîtanyayê ve tê kirin
  • SWIFT nabe terefê nakokiyan, lê sala 2012an ji ber bernameya atomî ji sîstema SWIFTê derxist
  • Îranê nîvê dahata xwe ya petrolê û %30 dahata xwe ya bazirganiya derve jidest da
  • SWIFT xwe di ber wan cezayan de berpirs nabîne

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst